Şandeya Fransî ku ji serokê Weqfeya Danîel Mitterrand Jeremy Chaumatier, berpirsa şopandina Kar û Barên Rojhilata Navîn a Meclisa Şaredariya Parîs Maru, serokê rêxistina (URD) Veronîca de Crove, her du rêveberên Weqfeya Danîel Mitterrand Philip de Calimard û Corinne Bosser pêk dihat gihaşt navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo.
Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û cîgirên wê Fener El-Giêt, Ebîr Êleya, berpirsa Nivîsgeha Serokatiyê Nafiya Mihemed û cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Hawirdorê Bêrîvan Omer ve hate pêşwazîkirin.
Her du aliyan gelek mijar, di serî de aloziya Sûriyê û beşdariya Rêveberiya Xweser a ji çareseriya siyasî re û pêkanîna biryara 2254`an û bandora girtina dergeha Til Koçerê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin. Her wiha girîngiya ku civaka navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabin û zarokên malbatên DAIŞ`ê ji kampan derxin û li welatên wan vegerînin destnîşan kirin.
Di hevdîtina de sîstema Rêveberiya Xwseser hate pênasekirin, her wiha rewşa siyasî, aborî, girîngiya pêkanîna koordîneyê di navbera Rêveberiya Xweser û civaka navneteweyî de da ku aştî û aramî li herêmê pêk were, hate nîqaşkirin.