Şahîn: Dewleta Tirk bi rêya operasyonan ji dagirkeriyê re zemînê amade dike

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir, dewleta Tirk ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî temam bike operasyonên taybet dike.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî.

Mihemed Şahîn anî ziman ku operasyona dewleta Tirk û hevkarên wê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û 'peymanên agirbestê' yên piştî van êrişan ji bo rawestandina operasyonên leşkerî di navbera DYE-Tirkiye û Rûsya-Tirkiyeyê de hatin çêkirin, êrişen li ser herêmê nesekinand. Şahîn got, "Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê rojane dewam dikin. Mîna ku her kes zane, ji bo bahaneya 'ewlehiya sînor' a dewleta Tirk pûç bike bi 30 kîlometreyî xwe ji sînor ve vekişand. Tevî ku li qada ji 30 kîlometreyî ti çalakiyeke leşkerî û hêza leşkerî nîne, dewleta Tirk bi rengekî giran êrişî herêmên me dike.

Armanca dewleta Tirk 'ewlehiya sînorê neteweyî' nîne. Ji destpêka krîza Sûriyeyê û şoreşa me û vir ve li hemberî sînorên dewleta Tirk ji aliyê me ve ti xeterî çênebû. Planên hikumeta AKP'ê ku Erdogan serkêşiyê jê re dike, ew ku li ser Sûriyeyê xeyal û serweriya Neo-Osmanî li Rojhilata Navîn belav bike. Bi vê armancê dixwaze aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe û sîstema demokratîk lawaz bike. Li şûna sîstema Xweser a Demokratîk bi rêya çeteyên xwe sîstemeke radîkal ava bike. Êrişên ku rojane dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek ji vê plana siyasî ye."

Mihemed Şahîn ragihand ku dewleta Tirk ji destpêka krîza Sûriyeyê û vir ve bi rêya çeteyên radîkal xwest serweriyê li Sûriyeyê çêbike û wiha dewam kir, "Piştî ku ev yek nekarî bi ser bixîne, piştî ku çeteyên wê bi ser neket, hingî artêşa xwe yekser xiste dewrê. Li Idlib, Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî kete nava liv û tevgerê. Li hemberî nerazîbûna raya giştî ku di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de hatin nîşandan, operasyonên xwe bi rengê operasyona taybet meşandin.

Bi rêya operasyonên taybet li sazî û rayedarên Rêveberiya Xweser û qadên sivîlan xist, xwest tevlîheviyê çêbike û bibe sedema pêleke koçberiyê. Ev operasyonên taybet hewldanek ji bo temamkirina êrişa dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî bû. Armanc ji êrişên hewayî û bejahî ev bû. Hewl dide firsendek ji bo perasyoneke nû ya berfireh a leşkerî biafirîne. Eger dewleta Tirk zemîneke siyasî ya navneteweyî çêbike û di vê mijarê de ji xwe bawer bike, wê li ser van herêman dest bi oeprasyoneke nû ya mezin bike."

Têkildarî êrişên li ser Kobanê jî Mihemed Şahîn wiha axivî: "Dewleta Tirk tola çeteyên DAÎŞ'ê hiltîne. Her kes zane ku terora cîhanî li Kobanê hate şikandin. Dewleta Tirk ji bo bidestxistina Kobanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê bawer kir. Bi rêya DAÎŞ'ê xwest li ser herêmê bibe xwedî hikum. Bi piştgiriya gelê me bi taybetî jî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê, hêzên azadîxwaz û demokratîk li dora Kobanê civiya. Hikumeta AKP'ê di bin navê 'Doza Kobanê' de her kesî destgîr dike û tola DAÎŞ'ê hiltîne ku li Kobanê hate şikandin. Ji her kesên ku bûne sedema şikandina DAÎŞ'ê tolê hiltîne."

Li ser helwesta hêzên Rûsyayê ya li pêşberî êrişan jî Şahîn wiha axivî, "Me gelek caran serî li hêzên Rûsyayê dan, bang kirin. Li gorî lihevkirina navbera hêzên me yên leşkerî û wan de, ew ji ewlehiya herêmê berpirsyar in. Lê belê helwesta wan di vê mijarê de me îqna nake. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve li pêşberî van êrişan bêdeng dimînin. Ev jî dibe sedema fikaran. Rûsya li gorî berpirsyariya xwe û vê tifaqê divê bersivê bide dewleta Tirk. Bêbersiv û bêhelwestiya siyasî û leşkerî ya Rûsyayê ji bo me cihê gumanane."

Ji bo daxuyanî û planên Erdogan ku dema dawî dibêje "Wê milyonek penaberî" li herêmê bi cih bike, Mihemed Şahîn ev nirxandin kir:

"Dewleta Tirk ji xwe li Idlib, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji roja destpêkê ya dagirkirinê û vir ve demografiyê diguherîne. Bûyereke nû nîne, ji roja destpêkê ve vê dike. Kesên ne ji vê herêmê ne bi cih kiriye. Çete û malbatên wan li herêmê hatine bicihkirin. Çete û malbatên wan ên ne ji Sûriyeyê ne bi cih kiriye. Rejîma Tirk vê yekê bi rengekî fermî radigihîne. Dibêje 'Em ê penaberan li vê herêmê bi cih bikin'. Li van herêman guhertina demografîk kiriye. Bi taybetî jî li cihê Kurdan kesên ji neteweyên cuda bi cih dike û dixwaze cografyayê biguherîne. Ji bo vê jî ev siyaset ragihandiye. Beriya ku vê ragihîne jî di pratîkê de hin guhertinên demografîk kiribû."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku têkoşîna li dijî vê rewşê ji bo Rêveberiya Xweser wezîfe û stratejiya bingehîn e û got, "Me di vê mijarê de biryar dane. Ji aliyê dîplomatîk, siyasî û ji her alî ve em ê bi mafê xwe yê rewa çi ji destê me bê em ê bikin. Ne tenê ji bo guhertina demografîk, ji bo bidawîbûna dagirkeriya Tirk a li ser tevahiay Sûriyeyê em têdikoşin. Ev rewş timî di nava plan û armancên me de ye.

Banga me li gelê me ye. Armanca dewleta Tirk a ji êrişa li ser herêmên me şikandina îradeya gelê me û tunekirina destketiyan e. Hewldanek ji bo parçekirina manewiyata pêkhateyên gelê herêmê ye. Gelê me divê li hemberî vê bibe yek û têkoşîna xwe mezin bike."