Şagirt û mamosteyên li Kobanê: Zimanê Kurdî bi çirûska 19’ê Tîrmehê ve geş bû

Li Kobanê azmûnên dawiya salê dest pê kir. Şagirtên ku ketin azmûnan gotin “Bi çirûska 19’ê Tîrmehê ve zimanê Kurdî geş bû.”

Li Kobanê ji refa 1’ê heta refa 12’an azmûn hatin destpêkirin. Şagirtan diyar kirin ku ew kêfxweş in Kurdî fêr dibin.

Berdevkê Dibistana Şehîd Hogir mamoste Zûhêr Xelîl diyar kir ku ev hefteyek e azmûnan dest pê kirine û got “Di salên borî de azmûn li temamê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi heman pirsan dihatin kirin lê a niha Rêveberiya Giştî ya Dibistanan pirsan dişîne ji dibistanan re û azmûn tên kirin. Azmûn wê di 24’ê Gulanê de bi dawî bibin. Her branşek li gorî xwe wexta wê ya azmûnê heye.”

Şagirta bi navê Nisrîn Hesen diyar kir ew di lîseya wêjeyyê de di refa 12’an de dixwîne û got “Azmûn bi materyalên Kurdî hatibûn amade kirin û ev azmûnên dawiya salê ne. Em bi hêvî ne, di salên pêş de em di zanîngehê de cih bigirin. Ez dixwazim bibim mamoste û nifşên nû perwerde bikim.”

Şagirta bi navê Hîva Osman jî diyar kir ew kêfxweş in ku bi Kurdî dixwînin û got “Di dema hikumeta Şamê de, me nedikarî em bi awayekî azad zimanê xwe fêr bibin. Lê bi çirûska 19’ê Tîrmehê re, zimanê me ji nû ve geş bû.”