Îsraîlê fuze avêt Sûriyeyê

Hêzên hewayî yên Îsraîlê fuze avêtin gelek hedefên li Sûriyeyê. Sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê ji ber êrişê kete dewrê.

Li gorî ajansa fermî ya rejîma Sûriyeyê, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê li dijî êrişa Îsraîlê kete dewrê.

Sana'yê li ser hedefên êrişa ku sibehê hate kirin agahî neda. Hate ragihandin ku hin ji fuzeyan beriya bigihêjin hedefa xwe hatin xistin. Li gorî Sanayê, êriş di ser qada hewayî ya Lubnanê re hate kirin.

Îsraîl ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve gelek caran êriş biriye ser hêzên rejîmê û hevalbendên wê Îran û Hîzbûllahê.

Di 20'ê Nîsanê de li gorî çavkaniyên rejîmê, Îsraîlê bombe li hin hedefên li çola Palmîrayê barand.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan diyar kir, êriş li dijî deverên milîsên Îranî hatiye kirin û di encamê de 3 şervanên Sûriyeyî û 6 şervanên biyanî hatine kuştin.