Îsraîlê bombe li derdora Şamê barand

Îsraîlê êrîş bir ser Sûriyeyê. Hate ragihandin ku bombardûman li nuqteyên Hîzbûllahê hatiye kirin û 5 kes birîndar bûne.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku êrîşa Îsraîlê şeva Yekşemê pêk hatiye.

Hate ragihandin ku êrîş li hemberî nuqteyên hêzên parastina hewayî yên Sûriyeyê hatiye kirin ku hêzên Hîzbûllahê lê bûn.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê diyar kir ku bombardûman li derdora Şamê hatiye kirin û dengê teqînê ji paytext hatiye bihîstin. Wezaretê ragihand ku sîstema hewayî çalak bûye û gelek fuze xistiye, lê agahiyên berfireh neda.

Li gorî SOHR'ê 5 kes birîndar bûn. Îsraîlê herî dawî di 2'ê Gulanê de êrîş biribû ser balafirgeha Helebê. Di vê êrîşê de leşkerekî Sûriyeyê miribû, karê li balafirgehê jî ji bo çend rojan hatibû rawestandin.