Êrîşî gundên Şehba û Minbicê kirin
Hêzên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser gundên Şehba û Minbicê.
Hêzên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser gundên Şehba û Minbicê.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin saet 20:50’î li gorî saeta herêmî dewleta Tirk gundê Til Maqîb û Semûqa yên Şehba û Bendava Şehbayê bombe kirin. Agahiyên zêdetir nehatin girtin.
Berî niha bi saetekê jî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Ewn Dadat a dikeve bakurê Minbicê bi çekên giran bombe kirin. Hate ragihandin ku êrîş didomin.