Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk protesto kirin

Bi sedan welatiyên Girê Spî û Eyn Îsayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin, bang li civaka navneteweyî kirin.

Meclîsa Kantona Girê Spî bi bo salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyek protestoyê lidar xist. Bi sedan koçberên Girê Spî û şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê û şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî li ber Çerxerêya Şaredariyê li navçeya Eyn Îsayê hate lidarxistin. Beşdaran pankartên “Êdî bes e dagirkeriya Tirk, erê ji bo parastina destkeftiyan”, “Na ji dagirkeriya Tirk li ser bajarê Girê Spî re” û wêneyên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan hildan.

Hevseroka Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl di çalakiyê de axivî û got: “Bi hevkariya civaka navneteweyî dewleta Tirk sûcan li dijî me pêk tîne.” Hêvîn diyar kir ku heke ev bêdengî bidome dê koçberî û azarên şêniyan li kantona dagirkirî bidomin. Hêvîn bang li dewletên xwedî bandor û civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya timayên dewleta Tirk bigirin û vegereke ewle ji koçberan re peyda bikin da ku vegerin warên xwe.

Hevseroka Destya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xedro jî axivî û bêdengiya navneteweyî li hemberî guhertina demografîk li dijî herêmên dagirkirî şermezar kir û banga rawestandina sûcên dewleta Tirk li axa Sûriyê kir. Cîhan destnîşan kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê dê herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

Di çalakiyê de hevserokê Desteya Kar û Karên Hundirîn û Xebatê ya herêma Firatê Silêman Kaşîş bi navê rêveberiya herêmê axivî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji ber têkoşîna ku dimeşîne û parastina destkeftiyan silav kir. Kaşîş piştrast kir ku gelên herêmê berxwedan û parastina axa xwe li hemberî timayên dewleta Tirk a dagirker pejirandine û dê bi vê israrê axa dagirkirî rizgar bikin.

Piştre helbestvan Ehmed El-Sayir û Yasir Hec Mihemed helbestên girêdayî berxwedanê û fedakariyên şehîdan xwendin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên piştrastkirina hevgirtina gelê Sûriyê û şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

Piştî çalakiyê şandeyek ji Meclisa Kantonê berê xwe da baregeha Rûsyayê ya li navçeya Eyn Îsayê û nameyek bi navê koçberên Girê Spî radestî wê kir.

ŞEDADÊ

Meşê ji pêşiya meclîsa navçeyê dest pêkir û di kolanên sereke re dewam kir. Meşvanan dirûşmên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina komkujiyên dagirkeran li herêmên dagirkirî, berz kir.

Meşvan li qada El-Cebisê sekinînin û deqeyekê rêz girt. Piştre endamê rêveberiya PYD’ê şaxê ya Hesekê Mistefa Ehmed daxuyand ku Tirkiyê bi rêya çeteyên ji Sûriyê planên xwe li herêmê pêk anî û bajarên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus û Bab dagir kirin.

Ehmed destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk di êrişên 9`ê Cotmehê de siayseta “erda şewitî” meşand û çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ji bo dagirkirina bajarên bakurê Sûriyê bi kar anî.

Her wiha diyar kir ku dagirkeriyê ji bo guhertina demografiya herêmê, topbarana bejahî û asîmanî, koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina şêniyên herêmên din di malên sivîlên herêmê de pêk anî.

Ehmed daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker ji tevna civakî û netewî ya hevgirtî ya pêkhateyên herêmê ditirse, ku bi saya wê gelek destkeftî hatin bidesxistin.

Ehmed di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku bi hevgirtin û yekîtiyê dê hemû herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê bên rizgarkirin û destkeftiyên şoreşê bên parastin.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.