Êrîşên dagirkeriyê û komplo hat protestokirin

Şêniyên kantona Hesekê komploya 9`ê Cotmehê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyan de diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were wê berxwedana wan bidome.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan (9`ê Cotmeha 1998) û êrişa dagirkeriyê ya li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî (9`ê Cotmeha 2019) bi dirûşmeya “Bi yekîtiya gelan em ê êrişên faşîzma Tirk têk bibin û Rêber APO azad bikin” du meşên cuda li dar xistin.

DIRBÊSIYÊ

Girseya gel li pêşiya Mizgefta Hec Sultan kom bûn û ber bi sûka navendî ya navçeyê ve meşiyan. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana wî berz kirin.

Li sûka navendî, piştî rêzgirtinê endama Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Danyal Şêxî axivî. Danyal komplo û êrişa dagirkeriyê ya dijî Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir û got: “Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê û hedefgirtina binesaziyê, berdewama komploya navneteweyî ya dijî Rêbertî ye.”

Endamê rêveberiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) Îmad Biro jî behsa sedem û armancên komploya navneteweyî kir: “Rêber Abdullah Ocalan desthilatdarî û koletî qebûl nekir, lewma komplo dijî wî pêk anîn. Bi komployê xwestin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tune bikin û gel qir bikin. Lê belê berxwedana Rêber Apo hemû plan vala derxistin. Çiqas plan dijî me werin çêkirin jî, em ê li ser soza ku me daye Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bimînin.”

HESEKÊ

Meşa li bajarê Hesekê jî ji Çarxerêya Sebax a taxa Mişêrfê destpê kir û heta Çarxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer berdewam kir. Di meşê de pankertên bi nivîsên “Bi yekîtiya gelan em ê êrişên faşîzma Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.

Meş li Çarxerêya Sînalko veguherî mitîngê. Li vir endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Şêraz Hemo komplo şermezar kir û bi bîr xist ku armanca komployê şikandina vîna gelan, têkbirina projeya demokratîk, tunekirina nasnameya Kurd û jihevxistina yekîtiya pêkhateyên herêmê bû.

Şêraz got: “Hêzên navneteweyî jî baş dizanin ku gelên xwe li gorî fikrên Rêber Apo bi rêxistin kirine, tu hêz nikare berxwedana wan têk bibe. Tu êriş û komplo nikarin tevna civakî ya xurt a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xira bikin. Berxwedana me deh qatan zêdetir dibe.”

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso jî destnîşan kir ku ruxmî hemû astengiyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li îmraliyê pê re rû bi rû dimîne jî, lê belê berxwedana wî ya ji bo rizgarkirian gelên bindest û hemû pêkhateyan qels nebûye û got: “Hemû êriş û komployên dijmin dijî em dimeşîne, wê berxwedana me qels nekin. Êrişên dijminan me natirsînin, em ê heta têkbirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li ber xwe bidin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelan û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember êrişan bi dawî bû.