Êrîşên dagirkeriyê li gelek bajaran hatin protestokirin

Bi çalakiyan li Qamişlo, Til Temir, Til Koçer, Şêrewa û Şamê, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin protesto kirin.

Li bajarên Qamişlo, Til Temir û Til Koçer ên Bakûr û Rojhilatê Suriyê û Şama paytexta Suriyê, bi çalakiyên hatîn lidarxistin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Herêmên Parastina Medyayê dayî destpêkirin protestokirin.

QAMIŞLO

Li Qamişlo meclisa navçeyê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê protesto kirin.

Daxuyaniya Meclisa Navçeya Qamişlo ji aliyê endama Komîteya Jin a Meclîsa bajarê Qamişlo Zozan Îbrahîm ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ku 23`yê Nîsanê destpê kirin, hemwextî salvegera komkujiya Ermenan pêk hat.

Her wiha hate diyarkirin ku armanca van êrîşan qirkirina gelê Kurd e û wiha hate domandin: "Êrîşa dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî têne kirin û bêdengiya PDK`ê êrişên dewleta Tirk rewa kir. Ev êrîş û bêdengî ne ji vê kêliyê ve ne, lê belê berdewama komployeke navneteweyî ye, divê hêzên siyasî yên Kurdî û gelê Kurd van êrişan red bikin."

TIL TEMIR

Çalakiya li Til Temirê jî bi pêşengiya Meclisa Navçeyê hate lidarxistin. Daxuyaniya Meclîsa Navçeya Til Temirê ji aliyê hevserokê şaredariya gel Ebulbaqî Kotî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst bi tevahî hikûmetên ku ji damezrandina wê derketine, bi tevahî rêbazan ji qirkirin, siyasetên înkarê û tunekirina nasnameyê şerê gelê Kurd û tevgerên wê yên azadîxwaz dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi hinceta şerê Partiya Karkerên Kurdistanê hewl dide destkeftiyên gelên herêmê têk bibe û bi têkbirina tevgerên azadîxwaz û şoreşgeran hêviya gelê Kurd a azadiyê tune bike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hikûmetên Hewlêr û Bexdayê di derbarê ketina dewleta Tirk a xaka Iraqê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de hatin şermezarkirin, her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku piştgiriya berxwedana gerîla bikin û siyasetên dewleta Tirk a faşîst teşhîr bikin.

TIL KOÇER

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê ku ji 23'ê Nîsanê ve daye destpêkirin, bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê ya Kantona Qamişloyê daketin qadan. Şêniyan berxwedana gerîlayên HPG/ YJA-Starê silav kirin.

Meş ji pêşiya Dibistana Şewafa dest pê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê de dewam kir. Di meşê pankartên "Em mafdar in, Erdogan dagirker e, divê were darizandin”, “Na ji dagirkeriya Tirk a DAÎŞ'î re" hatin vekirin û bê navber dirûşme hatin berzkirin.

Meş li naverasta navçeyê rawestiya û veguherî mîtîngê. Şêniyan ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz girtin.

Bi navê Kongreya Star a navçeya Til Koçerê, endama kongreyê Hala Mihemed axivî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û  bang li civaka navneteweyî û dewletên cîhanê kir û sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin û sûcdaran darizînin.

Hala got: "Dewleta Tirk çiqas êriş û sûcên xwe zêde bike wê nikaribe vîna me lawaz bike, em ê têkoşînê xurttir bikin."

Mîtîng bi berzkirina silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

ŞAM

Bi dehan kurdên li taxa Zorava ya paytexta Suriyê Şamê dimînin, ji bo balê bikişînin li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê kom bûn.

Meclisa taxê têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên li ser Zap, Avaşîn û Çiyayên Kurdistanê binketina xwe ya li Garê veşêre û wiha hate gotin: "24'ê Nîsanê di salvegera komkujiya li dijî ermeniyan de û 25 Nîsanê salvegera êrişa hovane ya li ser Qereçoxê eşkere dide diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide serdema pîşeyên xwe yên Osmanî zindî bike û Kurdan qir bike. Ev êriş li pêşiya çavê tevahî civaka navneteweyî têne kirin."

ŞÊREWA

Bi diruşma "Bi ruhê berxwedana Garê, em ê dagirkeriya Tirk têk bibin, Garê ji bîr nekin", Meclîsa Navçeya Şêrawa û Kongreya Star a Herêma Efrînê meşek ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xist.

Meşa ku bi sedan şênî tev lê bûbûn, ji rêya di navbera bajarokê Dêr Cemal û gundê Ziyara yên Şêrawayê de destpê kir. Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Çawa Garê bi ser ket, dê Zap, Avaşîn û Metînayê jî bi ser bikevin" û "Em hemû gerîla ne" hildan û diruşmeyê silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Meş li gundê Ziyara rawestiya. Şêniyan ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz girtin. Ji rêveberên Kongreya Star a herêma Efrînê Gulê Mihemed axivî û wiha got: "Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Dewleta Tirk bi rêya van êrîşan dixwaze krîza xwe ya hundir derxîne derve. Lê mîna ku çawa li Garê û Heftanînê derbên giran xwar, dê li Zap, Avaşîn û Metînayê heman derbeyê bixwe."

Gulê Mihemed diyar kir ku şêniyên herêma Efrînê piştgiriya berxwedana gerîlayan dikin.

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.