Êrîşên dagirkeriyê li Dirbêsiyê hatin şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li ser Bendava Tişrînê li bajarê Dirbêsiyê bi çalakiyeke girseyî hatin şermezarkirin.

Bi sedan kes ji şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê îro bi xwepêşandanekê komkujiya dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên li bendava Tişrînê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad ber bi xaçerêka Gardînya ve bi rê ket. Beşdaran dirûşmên, “Bijî Berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin. Her wiha alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Parastina Civakê hildan.

Girseya gel li xaçerêka Gardînyayê kom bûn.  Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan, ji rêveberên Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê Fatima Kalş axaftinek kir û tekez kir ku "Bendava Tişrînê bûye sembola berxwedana li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk. "

Her wiha Fatma got: "Dagirkerî wê nikaribe vîna gel bişkîne, ji ber ku QSD nûnertiya hebûna me dike û YPJ`ê nûnertiya nasnameya me dike. Bi berxwedana gel û kombûna li dora QSD`ê em ê li hember êrişên dagirkeriyê bendeke xurt ava dikin."

Hevserokê Meclisa bajarê Dirbêsiyê Nûman Erebo tekez kir ku “Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ruhê berxwedana Kobanê hatiye ku karibû dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibe û serkeftinê bi dest bixe."

Erebo her wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser nobedarên li bendava Tişrînê, hewldana şikandina vîna gel û biryardariya wan ya berxwedanê ye. "

Xwepêşandan bi dirûşmeyên dilsoziya bi QSD`ê re bi dawî bû.