Êriş li dijî hêzên Şamê hate kirin: Herî kêm 15 kes mirin

Li nêzî Reqayê, li hemberî otobusekê ku hêzên hikumeta Şamê tê de bûn, kemîn hate danîn. Hate ragihandin ku herî kêm 15 leşker hatine kuştin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li derdora Reqayê ku hîn jî çeteyên DAÎŞ'ê lê çalak in, li hemberî otobuseke leşkerî êriş hate kirin.

Saziyê diyar kir ku êriş li dijî hêzên hikumeta Şamê hatiye kirin û di encamê de herî kêm 15 kes mirine. Hate ragihandin ku gelek kes jî birîndar bûne.