Eşîrên Ereb û Kurd bertek nîşanî mêtingeriya dewleta Tirk dan

Eşîrên Ereb û Kurd balkişandin li ser mêtingeriya dewleta Tirk û komkujiyên sivîlan û bertek nîşanî bêdeniya raya giştî a navnetewî dan.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser û eşîrên Ereb û Kurd li dijî malên mêtingeriyê a ku dewleta Tirk a dagirker avakirî û projeya bicihkirina penaberan, li Parka Xabûr çalakiya konvedanê dan destpê kirin.

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, meclîsên saziyên sivîl û leşkerî û ji Hesekê jî bi dehan kes tev li çalakiyê bûn.

Nûnerê eşîra El-Begara yê Meclîsa Rûspiyan a Hesekê Ewad El-Egle daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

‘SIVÎLAN HEDEF DIGRIN’

“Dema ku em hêvî dikin ku bi azadî û bi rûmet bijîn, şerê terorê dikin û ewlehiya li herêmên xwe xurttir dikin û hewl didin çareseriyeke siyasî ji aloziya welat re bibînin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyasetên xeternak li dijî gelê Sûriyê dimeşînin. Şêniyên sivîl bi çekên giran û bi balafirên bêmirov ên biçek dikin hedef.

‘DIXWAZIN GEL BIDIN KOÇBER KIRIN’

Dewleta Tirk a dagirker armanc dike, tirsê di nav şêniyan de belav bike da ku wan bide koçberkirin û projeya xwe ya Osmanî ya mêtingeriyê û guhertina demografiya herêmê temam bike. Ji bo wê avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî ava dikin.

LI HEMBERÎ BÊDENGIYÊ BERTEK HAT NÎŞANDAN

Em bêdengiya navneteweyî li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Meclîsa Ewlehiyê û azadîxwazên li cîhanê dikin ku van siyasetan rawestînin. Em bang li Yekîtiyaa Erebî û Meclîsa Hevkariyê ya Kendavê dikin ku helwesteke cidî li hember kiryarên dewletên Katar û Kiwêtê nîşan bidin ku destekê didin avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û fînanse dikin.”