Çeteyên Tirk gefa koçberkirinê li welatiyê Şêrawayê dikin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gefê li şêniyên Şêrewa ya Efrînê dikin ku koçber bibin.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gefê li şêniyên Şêrewa ya Efrînê dikin ku koçber bibin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gefa koçberkirina bi darê zorê li şêniyên resen ên gundên navçeya Şêrawa ya dorpêçkirî xwarin.
Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyên Feyleq El-Şam ku bi fermanên yekser ên îstixbarata Tirk tev digerin, piştî 3 hefteyan ji dorpêçê gef li şêniyên gundên navçeya Şêrawa xwarin ku wê wan ji malên wan biqewitînin.
Çavkaniyan eşkere kir ku gef li şêniyên gundên Basûfan, Biyê, Buric Heyder, Kebaşîn û Beradê hatiye xwarin.
Ji 4`ê vê Kanûnê ve çeteyên Feyleq El-Şam û koma El-Hemze gundên Biyê, Basûfan û Kebaşîn ên navçeya Şêrawa xistina dorpêçê. Çeteyan di çarçoveya tengavkirina sivîlan de, li wan gundan hemleyên berfireh ên revandinê dane destpêkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiya bi navê Xezalê Menan Hisên (45) ya ji gundê Basûfanê revandibû û çarenûsa wê hîna ne diyar e.