Çeteyên Tirk bi hev ketin: Bi dehan kes hatin kuştin

Li Babê di şerê navbera çeteyên girêdayî Tirkiyeyê qewimî de, herî kêm 20 sivîl hatin qetilkirin, 30 çete jî hatin kuştin.

Di navbera çeteyên ku AKP li Bakurê Sûriyeyê weke hêza dagirkeriyê bikar tîne de şer derket.

LI gundên Eolan û Sîsoyan ên babê di navbera çeteyên Sûltan Mûrad, El-Hemzat, Ehrar El-Şerqiyê li aliyekî û Feyleq Şam û Sûltan ji aliyê din ve şer derket.

Li gorî agahiyên hatin bidestxisin, şer heta Kampa El-Risala ya koçberan ku li gundê Şmarîn a girêdayî Ezazê fireh bû. Di kampê de 7 hezar koçber jiyan dikin. Hate gotin ku di encama şer de 20 sivîlên di kampê de jiyana xwe ji dest dane û hejmarek jî birîndar bûn.

Çavkaniyan diyar kir ku ji çeteyan jî zêdeyî 30 çete, ji herdû aliyan hate kuştin.