Çeteyên ku êrîş birin ser Efrînê li Idlibê derb xwarin

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezaba Zeytûnê li Idlibê li dijî çeteya bi navê Feyleq El-Şam çalakiye kir, di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Odeya Çalakiyê ya Xezaba Zeytûnê li Idlibê, ku bi kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê ye, li dijî koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam çalakiyek pêk anî.

Hate gotin du endamên kome çete ku di dagrkirin û talana Efrînê bi ristekê rabûbûn, hatin kuştin.

Odeya Çalakiyê ya Xezaba Zeytûnê wiha ye:

‘’Yekîneyên me yên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê yên Idlibê, bi mebesta ku bersivê bide talan û dagirkirina li Efrînê ya komên çete, 30’ê Hezîrana 2018’an li dijî niqteya kome çete ya bi navê Feyleq El-Şam çalakiyek kirin. Ev koma çete ku li Efrînê di dagirkerî û talanê de bi çalakî bi ristekê rabûbûn, li bajêr li dijî mirovên me yên sivîl tiştên der mirovî kirin.

Yekîneya me bi çalakiya xwe niqteya koma çete bi temamî rûxand, du endamên koma çete yên bi navê Elî El Hemûs û Xalid El Faris kuştin.

Em diyar dikin cihên komên çete ku di dagirkeriya Tirk a Efrînê de bi roleke çalak rabûne û talanê didomînin, li Idlib, Efrîn, Ezaz, Marî, Bab, Cerablûs û Raîyê niqteyên wan em ê tim ji xwe re bikin hedef. Soza ku me dayî di nêz de wê pêk were. Efrîn bi sebr û semeax e, tolhildan nêzîk e.’’