Çeteyên dewleta Tirk li hev didin: Bi dehan çete hatine kuştin

Li Sûriye û Rojava ya ku Tirkiyeyê dagir kiriye, di navbera çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriyê didin wan şer çêbû. Li gorî agahiyan di van şeran de nêzî 60 çete hatine kuştin.

Çeteyên Heyet Tahrîr El Şam ên ku têkiliya wan bi El Kaîdeyê heye (HTŞ) û çeteyên din ên girêdayî Enqereyê li hev didin. Tê diyarkirin di salên dawîn de ev şerê herî giran e.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di van şeran de yên li ser sînor herî kêm 28 endamên HTŞ’ê û ji komên din jî herî kêm 20 kes û 10 kesên sivîl mirine.

Li gorî nûçeyeke AFP’ê dema şer hatiye destpêkirin, Tirkiyeyê tu mudaxele nekiriye. Hate diyarkirin di nava çend rojan de HTŞ’ê herêma Efrînê ya di bin dagirkeriya Tirkiyeyê desteser kiriye.

Serokê Mala Çavdêriyê Ramî Abdul Rahman got “Bêyî destûra Tirkiyeyê HTŞ nikaribû têketa vê herêmê.”

Li gorî Mala Çavdêriyê di navbera komên çeteyan de peymanek hatiye çêkirin û li gorî vê peymanê wê HTŞ Efrînê bi rê ve bibe. Dîsa li gorî peymanê wê ewlekariya herêmên Kurdan ên hatine dagirkirin û bendên kontrolê yên li ser sînorê herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di bin berpirsyariya HTŞ'ê de be.

Hate diyarkirin peyman li ser herêmên sînor ên bi Tirkiyeyê re jî hatiye çêkirin û lê piştî aramiyekê şer dîsa dest pê kiriye. Hate diyarkirin şer li nêzî Azazê ya di bin dagirkeriya El Cephe El Şamiya ya girêdayî dewleta Tirk didome.