Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din kuştin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Eble yê navçeya Bilbilê ya Efrînê sivîlekî bi navê Ednan Şemseddîn Huseyîn kuştin.

Li Efrînê, sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, çeteyên dewleta Tirk sivîlê bi navê Ednan Şemseddîn Huseyîn ê ji gundê Eble yê navçeya Bilbilê ya Efrînê kuştine.

Çete doh êvarê bi zorê ketin mala Huseyîn û hewl dan dest deynin ser wesayita wî. Ji ber ku Huseyîn nexwest wesayita xwe bide çeteyan, çeteyan destpêkê lê dan û piştre wesayita wî jê stendin û çûn.

Huseyîn ji ber lêdanê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.