Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlek bi êşkenceyê kuşt

Çeteyên Fesîleya Sûltan Silêman Şah (Elemşet) li herêma Efrînê sivîlek bi êşkenceyê kuşt. Her wiha bi deh hezaran darên zeytûnê yên li navçeya Şiyê desteser kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li ser kiryar û hovîtiya dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li Efrînê ku vê dema dawiyê kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku li gorî agahiyên ji çavkaniyekî xwecihî yê li Efrînê hate wergirtin, çeteyên Sûltan Silêman Şah (Elemşet) ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, di 23'ê Adara 2020'an de welatiyê bi navê Şahîn Latîf Bexdadî (53) ê bavê çar xort û çar keçan ji navçeya Şiyê revandin.

Hate ragihandin Şahînd Latîf Bexdadî bi bahaneya ku di dema rêveberiya xweser de erka xweparastinê dikir, li navendeke çeteyan a li Şiyê êşkenceyeke giran lê hate kirin û piştî çend rojan li gel sê sivîlên din ew revandin Tirkiyeyê.

Li gorî daxuyaniyê, kesên bi Latîf Bexdadî re hatin berdan, lê belê ew veguhastin girtîgeha Marî û piştî êşkenceya du meh û nîvan ew berdan.

Lê belê di vegera malê de careke din çeteyên Elemşet ew revandine û bi êşkenceyê qetil kirine.

Hate ragihandin ku heta niha cenazeyê Şahîn Latîf Bexdadî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Di dewama daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê de hate ragihandin ku çeteyên heman komê li navçea Şiyê dest danîne ser 10 hezar darên zeytûnê yên sivîlê bi navê Hec Arêf.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyên Elemşetê xwediyê guviştgehê Semîr Hisên Koçer jî revandin û di berdêla 10 hezar dolar ê Emerîkî ew berdan.