Çeteyên dewleta Tirk Êzidiyek revand

Li Efrînê çeteyên bi navê ‘Cebha El Şamiya’ ya girêdayî dewleta Tirk li gundê Qestel Cindo welatiyeke Êzidî revand.

Koma çete ya bi navê ‘Cebha El-Şamiya’ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 24'ê Nîsana borî de welatiyê Êzidî Mistefa Ehmed Misto (58) revandin.

Çavkaniyeke ji Efrînê ragihand ku Mistefa Ehmed Misto ji gundê Qestel Cindo ku bavê 4 zarokan e gelek caran ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve rastî astengiyan hat da ku ji gundê xwe were koçberkirin. Her wiha beriya ku were revandin fidiye jê xwestin ku gihişt 7 hezar dolarên Emerîkî.

Çavkaniyan gotin, çeteyên ‘Cebha El-Şamiya’ Mistefa Misto birin girtîgeha bajarê Ezazê û çarenûsa wî ne diyar e.