Çeteyên dagirker gel dişêlînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên ku dagir dikin gel dişêlînin.

Hêzên Tirk ên dagirker li her gund û bajarên dagir kiriye tevî talanê her wiha mirovan radiwestînin û wan dişêlînin.

Derwêş Mihemmed Mihemmed ê ji gundê Cirin ê Eyn Îsayê dema ku tevî hevsera xwe ji bo mala xwe ya li gund kontrol bike hatin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin rawestandin û wesayita wan û hemû eşyayên wan hatin desteserkirin.

Her du mirovên extiyar gotin ku çeteyan ji wan re gotine, ya wê malên wan ya jî wê wan bi xwe re bibin û diyar kirin, "Ji xwe hatine talan û diziyê. Çi dibînin talan dikin. Ji bo me nerevînin me jî her tiştên xwe dan wan."