Çeteyê bi navê Fayîz El Tahe hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku çeteyê bi navê Fayîz Salih El Taha ê weke Ebû Salih El Xatûnî dihate naskirin, hatiye kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku yekîneyên wan li ser rêya Efrîn-Cindirêsê bi çalakiyekê çeteyê bi navê Fayîz Salih El Tate hatiye kuştin.

Di daxuyaniya de ev agahî hatin parvekirin:

"Tê tekezkirin ku çeteyên ku ji hemû bajarên Sûriyeyê hatine û li pey xwe bajar û gundên xwe hiştine û li Efrîna pîroz kom bûne, mal û milkên welatiyan talan dikin, şêniyan êşkence dikin, êdî nikarin xwe ji şervanên me yên ku li hemû herêm û gundewarên Efrînê kom bûne û çalakiyan li dijî wan pêk tînin, biparêzin.

Ji van çalakiyan, çalakiya li dijî çeteyê bi navê Fayîz Salih El-Tahe yê bi navê Ebû Salih El-Xûtanî tê naskirin û ji çeteyên El-Cebhe El-Şamiye ye.Ji bajarê Dûma yê gundewarên Şamê ye. Ew çete ji aliyê şervanên me ve hate kuştin.

Çeteyê bi navê Fayîz El-Tahe texmîn dikir ku qey ew tu carî derbarê kiryarên xwe li dijî şêniyên Efrînê nayê cezakirin. Wî ji çalakiyên me yên berê li dijî çeteyan ders negirt. Ji ber wê çalakiya şervanên me li ser rêya Cendirês – Efrînê nameyek ji hemû çeteyan re bû. Ji bo ku baş zanibin ku ew li kû derê bin wê şervanên me xwe bighînin wan û hesab ji wan bixwazin."