Çeteyê bi navê Ebû Yehya El Hemwî li Idlibê hate kuştin

Odeya Operasyonê ya Xezaba Zeytûnê ragihand li Idlibê di çalakiyê de ya li dijî çeteyan çeteye bi navê Ebû Yekha El Hemwî, ku endamê çeteya Feyleq El Şam bû, hate kuştin.

Odeya Operasyonê  ya Xezeba Zeytûnê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî çeteyan dagirkeriya Tirkiyê li Idilbê daxuyanî da û diyar kir ku di çalakiyê de çeteyê Feyleq El-Şam Ebû Yeheya El-Hemwî hate kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn;

"Di çarçoveya rêzeçalakiyên hêzên me de, yên li parêzgeha Idlibê li dijî çeteyên Tirkiyê de, piştî 3 rojan ji şopandina çeteyê Koma Feyleq El- Şam ê bi navê Ebû Yehya El-Hemwî yê tekez bû ku ew her tim li ser riya  Kefer Secna- Hîş re derbas dibe, li ser vê yekê hêzên me mayîne li ser rê danîn, dema ku derbas dibû mayîn pê ve teqiya. Di encamê de çete El-Hemwî bi giranî birîndar bû. Li gorî ragihandina çeteyên Feyleq El-Şam çete Ebû Yehya El-Hemwî vê sibehê li nexweşxaneyên Tirkiyê mir.

Careke din em tekez dikin ku li cihê ku zulm li ser gelê me yê sivîl were kirin em li wir in. Em soz dikin her kesî ku destê wî di dagirkirin û talankirina Efrînê de heye hesabê wî dijwar be. Her wiha wekî me soz daye tolhildana ya ji bo Efrînê destpê kiriye."