Çeteyan li Efrînê 35 kes revandin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, di nava hefteya dawî de li gundên girêdayî Efrînê de, jin jî di nav de 35 kes revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê navên 15 kesên ji navçeya Şera ya Efrînê hatine revandin wiha ne; Mihemed, Miho, Zîn, Roşîn û kurê xwe, Riweyda, Zirîfe, Ednan Şêxo û kurê xwe, Murad, Yasir, Ebdu Ehmed Ebdu û Eye.

Navê hinek kesên hatine revandin nehatin zanîn.

Di 7`ê Nîsana derbasbûyî de çeteyan gelek sivîlên ji gundê Kefir Cene, Meskereh a navçeya Şera û gundê Qurteqleq û Qeretebe ji navçeya Şiya, revandin.

Çavkaniyekî din diyar kir ku hin sivîlên ji gundên navborî, piştî lêdan û êşkence kirinê ji aliyê çeteyan ve, hatin berdan.

Li aliyekî din jî çeteyan li Meydan Ekbes a navçeya Reco 7 sivîl ji wan 3 jinên temen mezin revandin, navên wan wiha ne: Emîne Hisên (63), Emîne Dawûd Ekaş(50), Emîne Omer, Seîd Qenber(54), Şêxmûs Ekrem Henan û Selah Hec Mihemed(49)" her wiha sivîlekî din ji gundê Banîraka ku hate revandin û navê wî nehat zanîn.

Her wiha çeteyên li gundê Edama ya navçeya Reco 14 sivîl revandin, navên wan wiha ne: Ednan Elî Hecî, Elî Hecî, Xelîl Mehmûd Selîm, Mistefa Reşîd, Ebdullah Neçet, Bekir Mistefa Reşîd, Şikrî Mihemed Bîlal, Mistefa Mihemed Bîlal, Mihemed Selîml, Yosif Hesen Ebdu, Hesen Osman, Ebdîn Mihemed Reşîd, Ehmed Ebdu.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan ji bo berdana sivîlên revandine 150 hezar lîreyên Sûriyê xwestin.