Çeteyan êrîşî navenda Heleb û navçeya Zehrayê kirin
Çetayan şevê dî ji navçeyên Herîtan, Enedan û Biyenûn ên Helebê êrîşî navçeya Zehra û Helebê kirin. Di encama êrîşan de jinek mir û 7 kes birîndar bûn.
Çetayan şevê dî ji navçeyên Herîtan, Enedan û Biyenûn ên Helebê êrîşî navçeya Zehra û Helebê kirin. Di encama êrîşan de jinek mir û 7 kes birîndar bûn.
Navenda Helebê û navçeya Zehra ji aliyê çeteyên ku li navçeya Biyenûn, Enedan û Herîtan bicihbûne ve tê topbaran kirin.
Li Zehrayê hawanek li nêzî avahiya Heyva Sor a Sûriyeyê ket. Di êrîşê de jinek mir û 7 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in.
Navên birîndaran wiha ne; Li gorî çavkaniyan kesên birîndar, "Fadil Reşîd Heman (45), Reşdî Fadil Hemam El-Umer (14), Mihemed Fadil Hemam El-Umer (7) û Hadî Fadil Hemam El-Umer (4).
Çeteyan piştre taxa Hemdaniye ya Helebê topbaran kirin.