Çalakiya li Strasboûrgê bi ciwanan dewam dike
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê pêk tê, ji aliyê ciwanan ve dewr hate girtin. Ciwanan ji bo bidawîkirina desthilatdariyê banga serhildanê kirin.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê pêk tê, ji aliyê ciwanan ve dewr hate girtin. Ciwanan ji bo bidawîkirina desthilatdariyê banga serhildanê kirin.
Çalakiya rûniştinê ku ji aliyê KCDK-E û TJK-E'yê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12'ê Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kiribû, di hefteya dawî de ji aliyê ciwanan ve tê meşandin. Di 28'ê Cotmehê de wê enternasyonal û gelê Kurd ê li Ewropayê tevlî çalakiyê bibin.
Ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN'ê qada çalakiyê bi balonên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" li qadê hildan.
'DEWLET TENGAV BÛYE'
Ciwanên ku wê heta roja Înê çalakiyê bidomînin, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û polîtîkaya şerê li dijî Kurdan yekser bi hev ve girêdayî ne.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ku bi Kurdî û Tirkî hate xwendin, hate ragihandin ku dewleta Tirk a qirker û mêtinger bi rengekî cidî asê maye.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk plana têkbirinê ya li dijî Kurdan xistiye meriyetê û dixwaze PKK'ê ango Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin. Bi vê tasfiyeyê re dixwaze têkoşîna yekbûyî ya li çar parçeyan tune bike û bike ku gelê Kurd di qirkirinê re bê derbaskirin.
Di çalakiyê de tim û tim berxwedana Heftanînê hate silavkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze têkoşîna me û gelê me tasfiye bike." Ciwanan diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd teslîm bigire bi her awayî amûrên asîmîlasyonê bi kar tîne.
'DEM HATIYE KU DERBA DAWÎ LI DAGIRKERAN BÊ XISTIN'
Dİ dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê re dewleta Tirk a dagirker hewl dide têkoşîna azadiyê ya Kurd tasfiye bike, dewleta Tirk berê xwe dide qadên gerîla û bi vî rengî dixwaze qadên berxwedanê parçe bike. Lê belê li Heftanîn û Xakurkê tişta li bendê bû nekarî bi dest bixe û şer girantir bû. Di vê demê de ku faşîzm tengav bûye, dem hatiye ku derba dawî lê bê xistin. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN bi ruhê Heftanînê, bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema serhildanê ye' em ê li dora Rêber Apo bibin xelekek ji agir. Em bang li ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê û dostên xwe dikin ku tevlî vê seferberiyê bibin."