Di 9’ê Cotmeha 2019’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakurê Rojhilatê Sûriyê kirin û dagirkirin. Bi boneya yekemîn salvegera dagirkirina her du bajaran 76 rêxistinên mirovî û saziyên civaka sivîl nameyek hevpar pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navnetewî kirin.
Rêxistinan derbarê nameya xwe de daxuyaniyek dan ku tê de bal kêşandine ser dagirkeriya dewleta Tirk a Serêkaniyê û Girê Spî ku di encamê de bi dehan xelkê sivîl ku tê de jin û zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 hezar sivîl neçarî koçberiyê bûne. Her wiha îşare bi metirsiya dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ya li ser koçberên her du bajaran kirine.
Rêxistinan di nameya xwe qala banga xwe ya ji bo NY’ê û Yekîtiya Ewropayê (YE) kirine û gotine: “Wekî rêxistinên ku ev name îmze kirine, em berdewamkirina êrişên hêzên Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê û çalakiyên qirkirina çandî û komî, hedefgirtin, revandin, kuştin û êşkencekirina sivîlan û dagirkirina bajarên wan, şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî, NY`yî û YE`yê dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku van binpêkirinên mafên mirovan yekser û bêyî şert rawestîne. Her wiha milkên taybet ên sivîlên Serêkaniyê û Girê Spî biparêzin.
Ev name hêviyên koçberên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û şêniyên seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike, ku ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û komên radîkal ên girêdayî wê di xeteriyê de dijîn.
Ev name hewldaneke gihandina dengê gelên herêmê ye, ku pêwîstiya wan bi piştgiriyeke navneteweyî heye ku vegera wan bi ewlehî li warên wan misoger bike û hêzên dagirker ji bajar û bajarokên wan derxîne."
Navê rêxistinên ku name îmzekirine wiha ne:
Asoya şêwirmendiyê û lêkolînên stratejîk
Komîteya Kurd a Mafên Mirovan
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan
Rêxitsina Navneteweyî ya qurbaniyên şer û kerastan
Rêxistina Kurd a Mafên Mirovan a Sûriyê (DAD)
Desteya Qanûnsaz a Kurd
Mala Êzidî ya herêma cizîrê
Pêl-pêlên sivîl
Tea Merbûte
Kombûna Hêzên Sivîl ên Kurd li Sûriyê
Komeleya Çinar a Geşepêdanê û Pêşxistinê
Komeleya Bukra Ehle (Sibe xweştir e) ya Xêrxwaziyê û Geşepêdanê
Komeleya Cûdî
Komeleya Cûdî ya Xêrxwazî û Geşepêdanê
Komîleya Comerd a Xêrxwaziyê
Komeleya Jiyan a Xêrxwaziyê
Kemeleya Xunav a Xêrxwazî û Geşepêdanê
Komeleya Dîcle ya Parastina Hawîrdorê
Komeleya Soz
Komeleya Şawîşka ya Jin
Komeleya Bakur a Xêrxwaziyê
Dan a Xêrxwazî û Geşepêdanê
Sûrî ji bo Rastî û Edaletê
Ciwan ji bo Guhertinê
Tora Rojnamevanên Kurd a Sûriyê
Tora Pêşengên Aştiyê
Şems a Geşepêdanê
Şîlan a Xêrxwazî û Geşepêdanê
Çêkerên Hêviyê
Dayîna Bê Sînor
Hêzên Civaka Sivîl a Kurdistanê
Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyê (MAF)
Saziya Nûdem a Ragihandinê
Saziya Kurdên Bê Sînor
Max Vision
Meclisa Jinan a Sûriyê
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Navenda Share a Geşepêdana Civakî
Navenda lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a li Sûriyê
Navenda Edalet û Avakirinê
Navenda Arîdo ya Civaka Sivîl û Demokratîk
Navenda Belsem a Zanakirina Tenduristiyê
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê
Navenda Ciwan a Karê Sivîl
Navenda Reşîd Hemo ya Çandî û Civakî
Navenda Silav a Çalakiyên Sivîl
Navenda Smart
Yekitiya Dermanfroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Navenda Edalet ji bo Mafên Mirovan
Navenda Mîtan a Vejandina Civaka Sivîl
Kombûna Til Ebyed a Civaka Sivîl
Dika Saziyên Civaka sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Rêxistina Yazdîna
Rêxistina Îma
Rêxistina Erdê Aştiyê
Rêxistina Avakirina Qanûnî
Rêxistina Cizîrê ya Geşepêdanê
Rêxistina Firat a Xêrxwazî û Geşepêdanê
Rêxistina Yasmîn
Rêxistina Aşna ya Geşepêdanê
Rêxistina Înaş a Geşepêdanê
Rêxistina Partners a Navneteweyî ya Xêrxwazî û Geşepêdanê
Rêxistina Doz a Civaka sivîl
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Rêxistina Zendan a Geşepêdanê
Rêxistina Sêl a Ragihand û Geşepêdanê
Rêxistina Etaa Baxoz
Rêxistina Etaa ya Xêrxwazî û Geşepêdanê
Rêxistina Kobanê ya Xêrxwazî û Geşepêdanê
Rêxistina Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî-Sûriyê
Rêxistina Multeqe Nehrên
Rêxistina Mehebad a Mafên Mirovan (MOHR)
Rêxistina Hêvî ya Xêrxwazî û Geşepêdanê
Rêxistina Stêr a Geşepêdanê
Rêxistina Lawer a Parastin û Geşepêdana Sewalvaniyê