6 şehîd li herêma Firatê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Bi sedan kesên li Herêma Firatê, 6 şervanên di êrîşa dewleta Tirk de bûn şehîd, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.
Bi sedan kesên li Herêma Firatê, 6 şervanên di êrîşa dewleta Tirk de bûn şehîd, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.
Bi sedan şêniyên herêma Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, malbatên Şehîdan, ji bo veşartina cenazeyên Ebdulrehîm (Ebdulrehîm Nesar) Ismaîl (Ismaîl Xelîl) Ebdulrehîm (Ebdulrehîm Hecî) ku 5’ê Cotmehê di êrîşa dewleta Tirk de li navçeya Sirînê Şehîd bûn, hatin ba hev.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameyê şervanekî xwe ku 1’ê Cotmehê de şehîd bû, eşkere kir. Ebû Ebûd (Îsa Casim) ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Dewleta Tirk li navçeya Çelebiyê jî li motosîkletekê da û di encamê de Huzeyfe (Huzeyfe Hiso), Gêlo Şêx Elî şehîd bûn.
Şehîd îro bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle bi tilîliyên dayikan hatin veşartin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji Rêveberiya Kongra Star a navçeya Qinê Sûad Şêx Demir axivî û got: " 9’ê Cotmehê ku destpêkirina komploya li ser Rêber Apo ye, çawa ku dewletên desthilatdar gotin em Rêber Apo bigirin wê tevahî gel jî tune bibe, lê bi ruhê neteweya demokratîk û fikra Rêber Apo ev planên wan têk çûn. Vaye bi rojane êrîş dike, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike, hemû gelan ji xwe re dike armanc. Em ê bi ruhê neteweya demokratîk wan tune bikin. Çawa me DAÎŞ têk bir em ê wan jî têk bibin."
Endamê TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Ebdiselam Mistefa axivî û got: "Netehemûliya dewleta Tirk ji serkeftin û destkeftiyên me ye, ji bo wê bi rojan e êrîş dike. Operasyona ku li Dêrazorê pêk hat û bi serkeftina QSD’ê bi dawî bû, zora wê çû û dest bi êrîşan kir. Bi rojan e tiştên xizmeta gel dike hedef. Serkeftina gelê me li vir, binkeftina dewleta Tirk radigihîne."
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û şehîd Ebdulrehîm, Ismaîl , Ebdulrehîm û Ebû Ebûd ber bi goristana Şehîdan a Sirînê ve hatin şandin û şehîd Huzeyif û Gêlo jî li goristana Şehîd Dicle bi tilîlî û dirûşmeyan hat veşartin.