2’yemîn kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Paşerojê destpê kir

2’yemîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Paşerojê bi beşdariya gelek delegeyan li bajarê Reqayê destpê kir.

2’yemîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Paşerojê bi tevlêbûna 800 delegeyan ji meclisên jinan ên Partiya Sûriyeya Paşerojê yên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hola Tac a li başûrê Reqayê dest pê kir.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê Sîham Dawûd û dayika Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Paşerojê şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa jî beşdarî kongeryê bûn.

Li hola kongreyê, wêneyên şehîdên ku bi balafirên dagirkeriya Tirk li cih û demên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne û pankartên "Divê israra me li ser jiyanê bi dawî nebe" û "Serkeftina jinan di şoreşê de girêdayî serkeftina wê di perwerde, rêxistinkirin û xebatê de ye" hatin daliqandin.

Piştre li ser navê komîteya amadekar Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Paşerojê ya Şaxê Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û wiha got: "Em îro ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Sûriyê û ji tevahî pêhate û çandan li hev kom bûne ku kongreya xwe ya 2’yemîn li dar bixin. Em vê kongreyê li beşdaran pîroz dikim."

Kongre bi axaftina berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Paşerojê Xaliye Kecwan berdewam dike.

Bi nvaê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed axivî û piştre li ser rêziknameyê nîqaşê destpê kir.

Di dawiya kongreyê de wê berdevka Meclisa Giştî ya Jinan û du cîgirên wê, her wiha 21 endamên meclisê bên hilbijartin.