2 sivîlên din li Efrînê hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, du sivîlên din li navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, du sivîlên din li navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.
Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, ji 16'ê Adarê û vir ve bi sedan sivîl li Efrînê revandine. Aqûbeta bi dehan sivîlên hatine revandin nayê zanîn. Bi sedan ji wan di berdêla dayina fîdyeyê de hatin berdan.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, çeteyên Feyleq Şam danê êvarê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê du sivîlên din revandin.
Navê sivîlê hatine revandin: Hesen Horo û Mihemmed Osman.