2. Kongreya KPC a demokratîk li Kantona Qamişloyê dest pê kir
Li Kantona Qamişloyê konferansa duyemîn a Komîteya Perwerdehiya Civaka (KPC) Demokratîk tê lidarxistin.
Li Kantona Qamişloyê konferansa duyemîn a Komîteya Perwerdehiya Civaka (KPC) Demokratîk tê lidarxistin.
Li Kantona Qamişloyê di bin dirûşmeya "Em bi perwerdehî û felsefeya neteweya demokratîk ber bi civaka azad a xwedî wijdan exlaq û polîtîk ve bimeşin" konferansa duyemîn a Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk hat lidarxistin.
Li Kantona Qamişloyê li Zanîngeha Rojava di bin dirûşmeya "Em bi perwerdehî û felsefeya neteweya demokratîk ber bi civaka azad a xwedî wijdan exlaq û polîtîk ve bimeşin" duyemîn Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk hate lidarxistin ya ku 275 delegeyên ji Bakurê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan û mêvanên din lê amade bûn. Hevseroka Kantona Cizîrê Hîva Erebo, Endama Rêveberiya Desteya Jin Amîna Omer, Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê dîwan ji 5 kesan hat hilbijartin û piştre axaftin hatin kirin.
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl wiha got: "Pêşketina zimanê pirçandî, di bingeha şoreşê de ye. Ev bi serê xwe şoreşek ava kiriye. Civaka azad li ser esasê pêşketina ziman ve hatiye girêdan. Em niha di rewşeke pir dîrokî ve derbas dibin. Hêzên ku bi navê şoreşê bang dikirin, çand di nava xwe dan helandin. Lê îro wekî ku em dibînin hemû neteweyan rengê xwe dane şoreşê û her kes bi zimanê xwe, bi çanda xwe difikire û diaxive. Em ber bi Sûriyeyeke Federal ve diçin. Dive nifşên pêşerojê em ava bikin. Ev jî pêşeroja Şoreşa me ber bi azadiyê ve dibe."
Konferans didome.