19'ê Tîrmehê bi kêf û xweşî li Rojava hate pîrozkirin

Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelek bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hate pîrozkirin.

Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelek bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi heybetî hate pîrozkirin.

KOBANÊ

Pîrozbahiya li Kobanê li meydana Şehîd Egîd pêk hat. Li gel bi hezaran kesî, rêveberên herêmên Reqa, Girê Spî, Tebqa, Minbic, Efrînê, nûnerên meclîsên leşkerî yên Cerablûs, Bab, Îdlib, Minbic û partiyên siyasî, Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen, Hevseoka Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Asya Ebdullah û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim tevlî bûn.

Alên YPG, YPJ, TEV-DEM'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û sembolên Şoreş Rojava li qada pîrozbahiyê hatin daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzigirtinê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim axivî. Muslim salvegera şoreşê li tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û got, "Li dijî şoreşê gelek êrîş hatin kirin. Dijminên azadî û rûmetê bi awayên cuda xwestin şoreşê têk bibin. Lê bi saya berxwedana gel bi ser ket û planên dijberan pûç bûn. Şoreşa Rojava bûye qibleya hemû hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz."

Enwer Muslim Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi bîr xist û ev tişt anî ziman, "Dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê, berê xwe dan Efrînê û bi teknîka herî pêşketî êrîşî sivîlan kirin. Lê Berxwedana Serdemê li dijî vê hovîtiyê 58 rojan li ber xwe da û heya niha jî berxwedanê didomîne. Qonaxa duyemîn wê bibe serketina rasteqîn a li hemberî zilma dagirkeran."

Ji fermandarên YPJ'ê Kurdistan Serêkaniyê jî got, "Pîrozkirina salvegera şoreşê li bajarê berxwedanê Kobanê cihê rûmetê ye. Şoreşê di demekê de ku bi bûyerên dîrokî tijî bû dest pê kir. Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa israra jiyana azad e." Serêkaniyê bang li her kesî kir ku heta şoreş bi temamî bi ser bikeve, divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif jî got, ""6 sal di ser şoreşê re derbas bûn. Di nava van salan li hemberî îradeya jinê êrîş hatin kirin. Xwestin ku gel azad nebe, jin û ciwan kole bimînin. Êrîşa herî dawî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li Efrînê hate kirin.

Foza Yûsif got, "Kes nikare têkoşîna ku ji aliyê şehîdan ve hatiye destpêkirin bisekinîne. Çiqas êrîşên dijwar li dijî me werin kirin îradeya me naşikê." Yûsif destnîşan kir ku heta Efrîn ji dagirkeran bê rizgarkirin wê têkoşîn bidome.

Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya TEV-DEM‘ê Salih Mûslim jî destnîşan kir ku bi îradeya gel Kobanê, Minbic, Reqa û Dêra Zor hatin rizgarkirin.

Muslim diyar kir ku kesên dixwazin projeya Bakurê Sûriyeyê têk bibin û armaniya herêmê xera bikin wê bi sernekevin û tekez kirin ku ew ê bi xeta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng ve girêdayî ne.

Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar jî got ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê hevgirtina gelan afirand û bi berxwedana gelên herêmên re şoreş gihaştiye vê astê.

RIMÊLAN

Şoreşa Rojava li bajarokê Rimêlanê yê Kantona Qamişloyê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Stada bajarokê bi tevlîbûna bi hezaran kesên ji herêmên cuda yên kantonê, şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, nûnerên rêxistinên siyasî û leşkerî hate lidarxistin

Li stadê alên YPG, YPG, QSD, Hêzên Asayîşê, Erka Xweprastinê, TEV-DEM‘ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Em hemû Efrîn in, Em hemû berxwedan in" hatin daliqandin.

Şahî bi merasîmeke leşkerî dest pê kir û piştre nûnerên YPG, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û Kongreya Star axivîn.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd cangoriyên Şoreşa Rojava bi bîr anî û got, "Bi xwîna şehîdan serketinên mezin hatine bidestxistin. YPG û YPJ wê serketinên bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin biparêzin. Hêzên me li şûna cîhanê şer terorê dikein. Li Efrînê jî destanên qehremaniyê dinivîsinin.  Çawa ku me şoreş bi ser xist em ê li Efrînê jî bi ser bikevin û mîmarê terorê Erdogan e û çeteyên wî ji Efrîn, Cerablus, Ezaz û Babê derxînin."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan jî diyar kir ku Şoreşa 19‘ê Tîrmehê hêza xwe ji îrade û têkoşîna gel digire.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Parastinê ya kantona Cizîrê Ebdulehed Gerwriyê hemû cangoriyên azadiyê yên Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi bîr anî û got, ew ê berxwedanê bidomînin heta Efrînê were rizgarkirin û gel vegere ser xaka xwe.

Endama Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star Welîde Bûtî destnîşan kir ku jinan pêşengiya şoreşê kirin û got, "Jin di her qadê de siyasî, leşkerî, civakî, çandî serkêşî kir, zincîrên koletiyê qetandin. Bi saya berxwedana Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Viyan û Destîna şoreş bi ser dikeve."

Piştî axaftinan, koma Botan, Cûdî, helbestvan Ferhadê Merdê û hunermendên Suryan û Ereb derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.

ŞEHBA

Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Kampa Serdemê jî hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtinê, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hacer Meho û Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Remzî Şêxmûs axivîn.

Piştî axaftinan koma Şehîd Engîzek a girêdayî navenda Çand û Hunerê stranên şoreşgerî gotin, her wiha şanoyeke bi navê "bîranînên koçberekî" hate pêşkêşkirin.

Şahî bi gerandina dîlanan li gel stranên endamên Yekîtiya Hunermendan bi dawî bû.

Pîrozbahiya li Kampa Berxwedan jî bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Mihemed Seyîd Yûsif û Seroka Desteya Karûbarên Civakî Erîfa Bekir axivîn.

Koma stranên folklorî ya Şehîd Agirî û Koma Aram Tîgran a Şahoyê berhemên xwe pêşkêş kirin. Şahîd xelekên dîlanan bi dawî bû.

HESEKÊ

Gelê Kantona Hesekê, salvegera 6'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Serêkaniyê pîroz kir.

Şahî bi dirûşma "Bi ruhê salvegera 6.emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê em Berxwedana Serdemê silav dikin" li Stada Rustem Cûdî hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Remziya Mihemed salvegera 19'ê Tîrmehê li hemû gelê Bakurê Sûriyeyê, şervan û malbatên şehîdan pîroz kir û got, "Çirûska Şoreşa Rojava ji Kobanê dest pê kir, li herêma Cizîrê û Efrînê belav bû, herî dawî mohra xwe li tevahî Bakurê Sûriyeyê xist. Bi destpêka şoreşê re, hişmendiya navendî ya rejîma Baas ji holê hate rakirin."

Remziya Mihemed bal kiaşnd ser avabûna hêza rêxistinbûyîna jin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Berhema herî girîng û ya dîrokî, avakirina hêza leşkerî ya jinê bû. YPJ bû bingeha rêxistinkirina jinên Bakurê Sûriyeyê. Bi avakirina vê hêzê re, êdî jinan cewherê xwe yê rasteqîn nas kir, hêza xwe ya ku di encamên pergalên desthildar de hatibû çewisandin û windakirin, vegerand. Jinan êdî li hemberî hişmendiya zilam û serdest serî hilda û ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak."

Di pîrozbahiyê de, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kanton Cizîrê Hisên Ezam axivî û got, "Şoreşa Rojava biratiya gelan û jiyana hevbeş derxistin pêş, her wiha projeya Neteweya Demokratîk bi cîhan re da naskirin. Şoreşa Rojava ji Kobanê dest pê kir û li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê; Efrîn, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê belv bû. Şoreşê ji cîhanê re tekez kir ku gelê Bakurê Sûriyeyê aşiqê azadiyê ye û dikare xwe bi xwe li ser pîvanên rêveberiya azad xwe bi rê ve bibe."

Piştî axaftinan, Koma Şehîda Welat a dîlanan ya bajarê Qamişlo dîlanên folkolorî pêşkêş kirin.

Şahî bi stranên koma Şehîd Zîlan a bajarê Dirbêsiyê û gerandina govendê qediya.

HELEB

Pîrozbahî ji aliyê Meclîs Şêx Meqsûdê ya Tevgera Civaka Demokratîk ve li hewşa Nexweşxaneya Xalif Fecir pêk hat.

Bi sedan, welatiyên Kurd, Ereb, Tirkumen, endamên Kongreya Star, malbatên şehîdan, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî û şervanên YPG û YPJ'ê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Hewşa şahiyê bi alên TEV-DEM, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Kongreya Star, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşeran hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Berdevkê YPG'ê li Taxa Şêxmeqsûd Qadî Heleb, bi navê pêkhateyê Ereb Ebdulqadir Mûsa, TEV-DEM‘ê Mihemed Şêxo û Kongreya Star Asiya Mihemed Dadako axivîn. Qisekeran salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê pîroz kirin. Her wiha bal kişandin ser hevgirtina gelê Bakurê Sûriyeyê ya li hemberî planên hêzên dijber û gotin, "Gel zilm û koletiyê qebûl nake. Hevgirtin çiqasî xurt be serketin jî pêkane ye."

Qisekeran gotin, şoreş dewam dike heta ku Efrîn ji dagirkeran bê azadkirin.

Piştî axaftinan, komên navenda Çand û Hunerê ya Helebê stran û govend pêşkêşkirin.