1'ê Gulanê li Qamişloyê: Em ê sîstema dagirker hilweşînin

Li Qamişloyê, bi sedan kesî li qada Newrozê 1'ê Gulanê pîroz kirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişloyê li gundê Hîmo qada Newrozê bi dirûşma  'Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin, bi rêber Apo re azad bijîn' 1’ê Gulan’ê Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

Qada pîrozbahiyê ji aliyê Hêzên Ewhlekariya Hindûrîn, Trafîk û Hawarî ve hate girtin. Heyva Sor a Kurd ji bo rewşa tenduristiyê amade bû. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen bi cil û bergên gelêrî û şervanên YPJ/YPG’ê jî tevli pîrozbahiyê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven, wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên QSD, YPG/YPJ’ê, ala Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê, alên Kongreya Star û alên TEV-DEM’ê vê hate xemilandin.

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Komîteya Kedkaran a Qamişlo Leyla Mio ev roj li hemû kedkaran pîroz kir û got: "Bi armanca pêkanîna wekhevî, aştî û aramiyê têkoşîna kedkaran 133 sal li pey xwe hişt. Ji Şîkago heya Rojava ev têkoşîn dewam dike. Di qonaxa salên dirêj aloziya Sûriyê de ji bo rizgarkirina ax û mirovan, têkbirina dagirkeriyê me têkoşîn bi pêş xist û berdelên gelekî giran dan. Bi çi awayî em rengê dagirkeriyê ji bihostek axa welatê xwe de qebûl nakin. Dagirkeriya dewletan armanc dike ku me ji axa me dûr bixin û dagirkeriya xwe ferz bikin. Li dijî wan planan û ji bo rizgarkirina Efrînê em ê asta têkoşînê bilind bikin.”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Hacer Hesen jî diyar kir ku îsal roja kedkaran di qonaxên gelekî girîng de pîroz dikin û got: “Bi berxwedan û têkoşîna çalakvanên greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye û berxwedana çalakvanên rojiya mirinê, berdewamkirina têkoşîna civakên demokratîk vê rojê pîroz dikin. Em ê bi rihê 1’ Gulan’ê rêber Apo bi fizîkî azad bikin. Vîna gelên demokratîk dê hemû sîstemên dagirker hilweşîne.”

Botan Hesaf û Cemîl Ehmed jî tekildarî 1’Gulan’ê helbest xwendin.

Piştî axaftinan Koma Botan, Koma Dêrik, Koma Sazkar li ser dikê stran gotin. Pîrozbahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.