'Zindana Îmraliyê ji tîpa F gelekî xerabtir e'
Ji girtiyên berxwedêr ên wê demê Saît Oral Ûyan got, armanca dewletê ji komkujiya 19'ê Kanûnê ew bû ku girtiyên siyasî bike miriyên zindî û bi demê re bide jibîrkirin.
Ji girtiyên berxwedêr ên wê demê Saît Oral Ûyan got, armanca dewletê ji komkujiya 19'ê Kanûnê ew bû ku girtiyên siyasî bike miriyên zindî û bi demê re bide jibîrkirin.
Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya sala 2000'î Saît Oral Ûyan ji ANF'ê qala armanca êrîşa dewletê ya 19'ê Kanûnê kir.
Ûyan da xuyakirin dewletê 19'ê Kanûna 2000'î li 22 girtîgehan bi rengekî hevdemî êrîş kir, gazên kîmyewî û çek bi kar anî û got, "125 girtî şehîd xist, 550 girtî jî seqet hişt. Yek ji kesên di êrîşê de seqet ma, ez im. Li Umraniyeyê piştî roja 4. ez bi birîndarî rakirin Kandirayê. Di roja 205. a rojiya mirinê de daketibûm 29 kîloyî. Armanc ew ku, eger namire, divê bibe miriyê zindî. Ji ber vê yekê, di destwerdana bi darê zorê de serûma ku diviyabû di nava 24 saetan de bidan, di nava saetekê de enjekte kirin. Ji ber vê yekê, mejiyê girtiyan ê bi mehan vîtamîn negirtin, têk çû. Ev jî tiştekî welê bû ku bi dilê dewleta faşîst bû. Jê hebû ku dema bimire vediguhere amûreke çalakiyê. Ji bo li ser mirinê polîtîka neyê kirin, ew kirin miriyên zindî. Dixwest mejiyê girtiyan têk biçe, nikaribin bifikirin, nikaribin bimeşin, biaxivin û bi vî rengî civak rewşê qebûl bike. Ji xwe di nava 550 kesî de gelek şoreşgeran jibîrkirin/hatin jibîrikrin."
Ûyan diyar kir ku piştî ew hate berdan, dozgerê Kandirayê biryara girtina wî da û got, "Piştî 10 mehan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li Stenbolê mehkemeyek ava kir û hikum da ku înfaza ceza bê raewstandin. 10. Dadgeha Ceza ya Giran a Tirkiyeyê jî biryar li ser vê da. Lê belê bi biryareke duyemîn jî da. Li gorî vê biryarê wiha digotin; seqetmana te, astengiya te ya zîhnî û nexweşbûna te tiştekî naguherîne. Ez kengî bixwazim ez ê te bigirim."
DI NAVA 18 SALAN DE TIŞTEK NEGUHERÎ
Ûyan bi bîr xist ku di ser 19'ê Kanûna 2000'î re 18 sal derbas bûne, lê tevî vê yekê li Tirkiyeyê tiştek neguheriye. Ûyan got, "Zindana Îmraliyê ji tîpa F gelekî xerabtir e. Zindana li wir encama ceribandina tîpa F ye. Karê ji bo vê ji sala 1999'an û vir ve dihate kirin. Armanc ew bû ku Rêberê Gelê Kurd ji mirovan qut bike û gel bê rêber bihêlin. Tinekirina azadî û nasnameya gelekî ye. Bi vê ferasetê nêzîk dibin. Tecrîd zexta li ser hemû girtiyên siyasî, encama vê yekê ye, lê belê ew ê bi ser nekevin. Dewlet çiqasî zextê dike bila bike, ew çirûsk pê ketiye. Veger ji wî êgirî êdî nîne."