Zincîra ji mirovan a li ser sînor dewam dike

Zincîra ji mirovan a li ser sînor dewam dike

Di roja 75. a berxwedana Kobanê de, nobedarên li ser sînor li gundên Mehser û Miseynterê zincîra ji mirovan ava kirin.

Welatiyên beşdarî nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bûne, mîna her rojê îro jî zincîra ji mirovan çêkirin. Welatiyan li gundên Mehser û Miseynterê bi destê hev girtin û bi dirûşman berxwedana li Kobanê silav kirin. 

Li ser xeta sînor a Kobanê, ku danê vê sibê dengê çekan jê hat, çalakiya nobedê ya li gundan dewam dike.