Zîlan li Viyanayê hate bibîranîn

Çalakgera efsanewî Zeynep Kinaci (Zîlan) li Viyanayê hate bibîranîn.

Zeynep Kinaci (Zîlan), ku li Dersimê di sala 1996'an de li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedayî lidar xist, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi civîneke gel hate bibîranîn.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Viyanayê pêk hat û mirovên di komkujiya Kobanê ya 25'ê Hezîrana 2015'an de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn.

Qisekeran di civînê de bibîr xistin, ku di sala 1996'an de êrîşên giran dihatin kirin, hewldanên sûîqestê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin û gotin, Zîlan bi rêya çalakiya xwe bersiveke zelal da van hemûyan.

Di civîna bîranînê de ev mesaj hate dayin: "Zîlan sembola azadiyê ya jinên Kurd e". Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.