BI DÎMEN

Zîlan li Rûsyayê hat bîranîn

Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê dijîn, gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 20. a çalakiya xwe ya fedayî de hat bîranîn.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê û li navçeya Pervomaysk a navçeya Tambovê dijîn, bi merasîman gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bibîr anîn.

Bîranîna li Adigeyê ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd-Bêrîtan ve hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Endama rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Asmîn Kobanê li ser wate û girîngiya rojê axivî.

Kobanê destnîşan kir, ku Zîlan bi çalakiya xwe ve pêşî li vîna jinê vekir, ku li Rojhilata Navîn tê înkarkirin û got, "Îro bi hezaran jin hene bi biryardariya têkoşînê ya Zîlan li dijî zîhniyetên pavşerû têdikoşin. Pêwîste em jî, bi taybetî jin bi Zîlanbûnê li dijî tecrîda şidandî ya li hemberî Rêberê xwe derkevin."

Di civînê de jinên beşdar jî li ser wate û girîng rojê axivîn û hestên xwe bilêv kirin.

TAMBOV

Zîlan li navçeya Pervomaysk a li bajarê Tambovê jî bi çalakiyekê hat bîranîn. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, Zîlan pîvanên fedekarî û asta biryardariyê ya ji bo bidestxistina mafên neteweyî nîşan daye. Qisekeran gotin, "Jinên leheng ên Kurd ên li nava refên PKK'ê canê xwe feda kirne, çavkaniya jiyanê û rûmeta gelê Kurd in."