Zeynep Kuray: Me vegotina heqîqetê hilbijart

Zeynep Kuray: Me vegotina heqîqetê hilbijart

Nûçegihana ANF’ê Zeynep Kuray ku di doza çapemeniyê ya ‘KCK’ê de parastin kir got: “xebatkarên çapemeniya azad duh dihatin înfazkirin îro dîl têne girtin. Ji me dixwazin em ji vê re şikur bikîn. Bila ev neyê jibîrkirin, çawa ku erkê rojnamevan komkujiyên dewletê kirine nenixumîne, erkê darazê jî fîhilkirina komkujiyê nîne. Gelek xwezayiyek ku di meseleya Kurd de wehşeta ku dewlet bûye sedemê wê em lêpirsîn bikîn. Tişta ne normal darezandina vê ye. Me direwa çapemeniya azad na, vegotina heqîqetê hilbijart.”

8’mîn rûniştina doza “Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê” ku 20 jê girtî 46 rojnamegerên Kurd têne darezandin, bi parastina nûçegihana ANF’ê Zeynep Ceren Kurayê berdewam kir.

Serokê Dadgehê Elî Alçik bigotinên “Tu pevyên tevlîhev dibêjî. Tu sinorên parastinê derbaz dikî” mudaxeleyî prastina Kurayê kir û Kurayê jî bi gotina “Ez fikrên xwe tînim ziman” bersiv da.

EDALET ÇAWA KAR DIKE ME DI DOZÊN ROBOSKÎ, POZANTI Û SARISULUK DE DÎT

Kuraya ku parastina xwe didomand da diyarkirin ku, di salonên dadgehê de em hertim rastî nivîsa “Edalet Bingehê Mulke” û got: “Lê belê li Tirkiyeyê me jiyan kir û edalet fêm kir. sedemê vê jî duh mekanîzmaya darazê ya di bin wesayeta leşkerî de biryar digirin, îro di bin wesayeta emniyet û hikumetê de biryaran dide.”

Kuray da zanîn ku, wan edalet di dozên komkujiyên Roboskî, qetilkirina Ethem Sarisuluk, tecawiza zarokên li Pozantiyê û gelek bûyeran de dît çawa tê xebitandin. Kuray anî ziman ku, “Rewş eve û generalên ku Kurdistan kirin gola xwînê, gund şewitandin , her bihostek yê welat kirin goristan û îmze avêtin qetilkirina 17 hezar 500 bûyerên faîlî meçhûl, îro ne ji ber sûcên mirovahî û ên şer ji ber ku li dijî AKP’ê teşebûsa derbeyê kirine têne darezandin.”

DUH DIHATIN ÎNFAZ KIRIN ÎRO DÎL TÊN GIRTIN!

Kuray destnîşan kir ku, xebatkarên çapemeniyê ên ji kevneşopiya çapemeniya azad û li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê li ser gelê Kurd canê xwe danîn holê, duh dihatin înfaz kirin, îro dîl têne girtin.

BERPIRSYARTIYA ROJNAMEVAN YA LI HEMBER GEL HEYE

Kuray bilêv kir ku, “Ji me dixwazin ku em ji vê re şikur bikin. Divê ev neyê jibîr kirin ku, çawa ku erkê rojnameger ne nixumandina komkujiyên dewletê ye, erkê darazê jî fîhilkirina komkujiyan nîne.” Kuray anî ziman ku, li welatekî ku ji bo dayîkên zarokên wan di bin çavan de hatin windakirin gorekê jî jêre pir dibîne, dest jêberdin rojnamegerek, herkesê ku dibêje xwe ez mirovim pêwîste herkes bibe hevparê wê qêrîna dayîkê. Kuray ev tişt gotin: “Ev peywirek ya mirovane. Ji ber ku berpirsyartiya rojnamevan ne li hember dewletê li hember gel heye. Çawa ku wehşeta li Guantanamo, Ebû Xerîb û li welatên Efrîqa Başûr têne kirin, derdixînin holê, îro jî pir normale ku wehşeta dewletê di meseleya Kurd de kirî lêpirsîn bikîn. Tişta ne normal darezandina vê ye.”

Kuray got, pêwîste neyê jibîr kirin ku, çapemenî hêza çaremîne ku bandorê li ser civakê dike û xwediyê hêza ji nû ve nivîsandina dîrokê ye û wiha axivî: “Di mijara Kurd de jî ev hatiye kirin, hatiye hesabkirin ku dê bi nûçeyên direw gel bixapînin. Çapemeniya azad ya ku me têde cih girt jî, li dijî zilmê cihê xwe li gel mazlûman girtiye, direw ne vegotina heqîqetan hilbijartiye.”

Navbera nîvro dan rûniştinê û piştî navberê dê dîsan biparastina Kuray berdewam bike.