Zeynep Kinaci (Zîlan) li Îzmîrê hat bîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) li Îzmîrê hat bîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) li Îzmîrê hat bîranîn
Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30’ê Hezîrana 1996’an de di çalakiya fedayiyane ya li Dêrsimê pêk anî de jiyana xwe ji dest da li Îzmîrê hat bîranîn. Bîranîn ji aliyê rêxistina BDP’ê ya Konak ve di nav sûrên Kadîfekale yên ku di Newroza sala 1992’yan de Rahşan Demîrel bedena xwe dabû ber agir de hat organîzekirin.
Bîranîn, bi axaftinên ku jiyana Zeynep Kinaci vedigot û xwendina nameya Kinaci berdewam kir. Axaftina destpêkê ji aliyê rêvebera BDP’ê yê Konakê Hayat Îzgî ve hat kirin. Îzgî bal kişand ser bûyera tecawizê ya li Çewlîkê rû da û got, “Daraz di bûyerên destdirêjiya cinsî û tecawizê de, failan berdide diparêze û dibe sedem ku bûyerên bi vî awayî zêde bibin.”
Di bîranîna ku gelek kes beşdar bûn de Koma Berxwedan a Navenda Çanda Mezopotamya (MKM)’ê stranên xwe pêşkêş kir. Di bîranîna ku timûtim “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin de, bûyera tecawizê ya li Çewlikê û qetlîama li Licê pêk hat jî hate protestokirin.
Paşê Alîkarê Serokê BDP’ê yê Konak Devran Acar, der barê êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî girseya ku çêkirina qereqolan protesto dikir û di encama gulebarandina leşkeran de ku ciwanekî Kurd hat qetilkirin û 10 kes jî birîndar bû de got ku ew qet vê qebûl nakin û wiha berdewam kir: "Artêşa ku ciwanê me Medenî Yildirim qetil kir û 10 hemwelatiyên me birîndar kir dixwaze pêvajoyê sabote bike." Û xwest kiryar werin aşkera kirin û cezakirin.
Çalakiya Bîranînê piştî axaftinan bi lîstika “Şanoya Hêvî” ya ji aliyê Koma Şano ya MKM’ê û dirûşmayan bi dawî bû.