Zextên li ser girtiyên Şakranê didomin

Şandina nameyan a girtiyên ji 27’ê Sibatê ve li Girtîgeha Şakranê li dijî tecrîdê di grevê de ne hate qedexekirin, her wiha razandina pereyan a li ser hesabên girtiyan jî ji aliyê rêveberiyê ve tê astengkirin.

Her diçe çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve hatibû destpêkirin dewam dike. Li gel vê zext û êşkenceyên li ser girtiyên ketine grevê jî dewam in. Li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê Teymûr Enes ê ji Rojava ku cezayê heta heta lê hatiye birîn bi 39 hevrêyên xwe ve ji 27’ê Sibatê ve ketine grevê.

Teymûr ê 20 sal in di girtîgehê de li gel hevrêyên wî yên din ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve zext û êrîş li ser tên kirin. Şandina nameyan a ji aliyê girtiyan ve hatiye qedexekirin û dîsa razandina pereyan a li ser hesabên girtiyan jî ji aliyê rêveberiyê ve tê astengkirin.