Zext û zordarî li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tên kirin

OHP'ê ragihand, girtiyên li Herêma Marmarayê di greva birçîbûnê de dibin hedefa zext û kiryarên kêfî yên rêveberiyên girtîgehan. OHP'ê xwest, tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin.

Komîsyona Girtîgehan Şaxê Stenbolê ya Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), li ser rewşa girtîgehên li Herêma Marmarayê rapora Çileya 2019'an eşkere kir.

Hevberdevka komîsyonê Raziye Tûrgût diyar kir ku li Herêma Marmarayê nêzî 100 girtî di greva birçîbûnê de ne û bal kişand ser zext û zordariya rêveberiyên girtîgehan li çalakgerên greva birçîbûnê dikin. Tûrgût ragihand, ji ber grevên birçîbûnê birîn li devê hin girtiyan der bûne û gelekî kîlo li xwe kêm kirine.

DOKTOR KONTROLÊ NAKIN, KARBONATÊ NADIN

Di raporê de hate ragihandin, rêveberiya girtîgehê vîtamîna B û karbonatê nade girtiyên di greva birçîbûnê de ne û hate gotin, girtî rojên Şemî û Yekşemê rabin revîrê, îdare her roj xwê, şekir û lîmonê dide, lê karbonatê nade û rojê hebek B12 tê dayin.

Li gorî raporê, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Duzceyê ku gelek caran bi binpêkirina mafên mirovan ketiye rojevê, tenê hemşîre kîlo û tansiyona girtiyên di greva birçîbûnê de ne kontrol dikin, lê heta niha doktoran kontrol nekirine. Her wiha hate ragihandin ku vîtamîna B1 nayê dayin û girtiyê bi navê Sulyeman Benzer piştî kete greva birçîbûnê ew xistine hucreya yek kesî.

TUNDÎ LI ÇALAKGERAN TÊ KIRIN

Di raporê de hate ragihandin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê, 2 leşkeran bi hinceta birina gel dozger girtiyên bi navê Kemal Argiş û Adem Arslan bi zorê ji qawîşê derxistine û li wan dane, heqaret û sixêf li wan kirine.

Li gorî raporê, girtiyê bi navê Zerdeşt Odûncû ku 23'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, ji hingî ve doktor kontrola wî nake û nayê zanîn ku çend kîlo li xwe kêm kiriye.

GEFA DESTWERDANA BI DARÊ ZORÊ

OHP'ê diyar kir, hevdîtin bi çalakgerên greva birçîbûnê Ozlem Ozdemîr û Ayten Gulsum ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê re hevdîtin hatiye kirin û li gorî gotinên girtiyan, li çalakgeran nexweşî debûne, midûrê girtîgehê gef li girtiyan xwarine ku çalakî bidome wê bi zorê dest lê werdin.

Hate ragihandin, li Girtîgeha Kandirayê girtiyê bi navê Îbrahîm Kaya yê di greva birçîbûnê de ye 10 kîlo li xwe kêm kiriye û pirsgirêkên tenduristiyê lê der bûne.

'DIVÊ DAXWAZ TAVILÊ BÊN QEBÛLKIRIN'

OHP'ê bang li desthilatdariya siyasî kir ku ji bo rewşeke bêhtir metirsîdar rû nede bikeve nava hewldanan û bang kir: "Daxwaz eşkere ne. Rakirina tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li girtîgehan hemûyan e."