Zêdeyî 30 pîlotên Iraqî wê li Pragê perwerdeyê bibînin

Zêdeyî 30 pîlotên Iraqî wê li Pragê perwerdeyê bibînin

Wezareta Parastinê ya Komara Çekê da xuyakirin ku zêdeyî 30 pîlotên helîkopteran ê Iraqî, wê tevahiya salekê li navendeke taybet a li Komara Çekê perwerdeyê bibînin.

Wezareta Parastinê ya Komara Çekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku kargeheke dewletê ya bi navê Prag LOM a ji aliyê wezaretê ve tê birêvebirin wê perwerdeyê bide 31 pîlotên Iraqî.

Wezareta Parastinê ragihand ku perwerde wê li navenda perwerdeyê ya Pardubice ya 100 km li rojhilatê Pragê ye bê dayîn. Hat diyarkirin ku perwerde wê di dawiya vê salê yan jî destpêka sala 2015'an de destpê bike.

Wezareta Parastinê da zanîn ku cebilxaneya destpêkê ya radestî hêzên Iraqê bê kirin jî wê roja Pencşemê bê şandin.

Wezîrê Parastinê Martin Stropnicky di dawiya meha Tebaxê de dabû xuyakirin ku ew ê cebilxaneya bi bûhayê 1.5 mîlyon Euroyî ji hêzên li Başûrê Kurdistanê re bişînin. Ev cebilxane ji 10 mîlyon fîşekên kalaşnîkov, 8 mîlyon guleyên topa hawanê, 5 hezar alavên maşînên zirxî û 5 hezar narîncokan pêk tê.

Prag di heman demê de wê 15 balafirên perwerde û şer ên di berdêla 27 mîlyon Euroyî de bifiroşe Iraqê.

Wezîrê Karên Hundir ê KOmara Çekê Milan Chovanec da xuyakirin ku ew amade ne perwerdeya leşkerî bidin hêzên leşkerî yên Kurd û got, "Yekane hêza dikare terorîstên DAIŞ'ê têk bibe, leşkerên Kurd e."