Zarrab, şahidiya doza ku Atîla jê tê darezandin dike
Reza Zarrab ê ku şahidiyê ji bo doza Hakan Atîla ya ku wê li DYA’yê hatî destpêkirin dike, derket pêşiya dadger.
Reza Zarrab ê ku şahidiyê ji bo doza Hakan Atîla ya ku wê li DYA’yê hatî destpêkirin dike, derket pêşiya dadger.
Reza Zerrab ê hemwlatiyê Îran û Tirkiyeyê hate îdîakirin ku ambargoya DYA’yê ya li ser Îranê sist kiriye ku bi sifetê ‘şahid’ tevlî doza Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîla ku yekane bersûc e, derket pêşiya dadger. Hat diyarkirin ku wê herî kêm îfadeya Zarrab du rojan bidome.
Zarrab di îfadeya xwe de, bûyerên ku ji sala 2016’an a ku li eyaleta Filorîda ku hatibû binçavkirin dest bi vegotinê kir.
Ji rojnemevanên rûniştinê dişopîne Pete Brûsh diyar kir ku Zarrab wiha gotiye: “Min ne dizanî ez ê rû bi rûyê çi bibim. Piştî meşekî dirêj di şokê de me. Min bersivên rast ne da. Ji ber ku ditirsiyam.”
Brûsh diyar kir ku Zarrab gotiye: “Erêkirina berpirsyariya lihevkirinê û rêya herî lez ya ji girtîgehê derketin bû.”
Zarrab piştre jî hevkariya bi dozgeriyê re ya ku li ser 3 şertan kiriye wiha ragihand;
*Bi temamî rastiyan bibêje
*Bi dozger re hevkarî kirin
*Ji vir û şûnde ti sucên din neke
Zarrab îdîayên ku dibêjin li otelekê tê girtin derewand û li ser pirsa dozger a ‘Tû hê di rewşa girtî de yî’ berisva ‘erê’ da.
Li aliyê din Zarrab dema girtî li girtîgehê ruşvet daye memurê girtîgehê ev sûç jî qebûl kir û wiha got: “Min bertîl da memurekê ji bo ku ji min re alkol bîne û destûr bide telefona xwe bikar bînim”.
Zarrab têkildarî şahidê doza Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbank yê Berê Mehmet Hakan Atîlla de jî wiha got: “Têkildarî biryarên pêkanînên li bankayê de kesê herî bi agahiye. Ji bo çêkera ku me avakirî weke pêkanînên yên Amerîka were dîtin alîkarî û sud da me”.