Zarokên me bi xwîna xwe sînor rakirin

Zarokên me bi xwîna xwe sînor rakirin

Nûh Omer ku kurê wî li Bakurê Kurdistanê û keça wî jî li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li sînorê Kobanê li gundê Mehserê berê xwe daye Kobanê. Bav Omer da zanîn ku zarokên wî bi xwîna xwe sînor rakirine û Kurdistan kirine yek.

Malbata Omer ku piştî şerê li Kobanê destpê kir, neçar ma koç bike, li gundê Mehserê bicih bû. Nûr Omer ji roja ku koç kiriye, li gundê Mehserê berê xwe dide Kobanê. Keça Omer di nav refên YPJ’ê û kurê wî jî di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest da. Kurê Omer, Kawa Omer di 2005’an de li Beşîrî ya Êlihê di pevçûnekê de bi 7 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide.

'ME KEÇA XWE BI XWE RÊ KIR'

Vê carê xwişka wî Medîne Omer (Berfîn Kobanê) ala birayê xwe dewr digire. Medîne Omer ya tevlî YPJ’ê bû 6 mehan li Efrînê perwerdeyê dibîne û diçe Qamişlo û ji wir jî diçe Kobanê. Medîne Omer di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dide. Bav Omer diyar kir ku li gel ku xebatên siyasî pêşniyarî keça wî kirine jî keça wî qebûl nekiriye û  wan bi destê xwe keça xwe oxir kirine.

Omer ku li Komeleya Şehîdan a Kobanê du salan xebitî got: “Zarokên min ji bo gelê Kurd jiyana xwe ji dest dan. Dijminên me Kurdistan parçe kirin.”

'SERKEFTIN A KOBANÊ Û GELÊ KURD E'

Omer da zanîn ku zarokên xwe bi îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde kiriye û got: “Min zarokên xwe ne tenê ji bo Kobanê, ji bo hemû gelê Kurd mezin kirin. Her çiqas dijmin bi piştgiriya Tirkiyeyê bi ser me de bê jî wê gelê Kurd axa xwe biparêze."

Omer banga yekîtî û seferberiyê li gelê Kurd kir û got ew ê bi hev re Kurdistanê azad bikin.