Zarokên bi wesayîta zirxî hatin birîndarkirin hatin girtin

Li Edeneyê, di çalakiya protestokirina qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, zarokê bi nave B.S ê 16 salî wesayîta zirxî ya polîsan lê ket û ew birîndar kir, hat girtin.

Li Edeneyê, di çalakiya protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ya li Kurdistanê , zarokê bi nave B.S yê 16 salî, bi sedema ku “ Endamê rêxistinê ye ” û “ Beşdarî 2 hezar û 911 civînan û xwepêşendanên mûxalîf bûye” hat girtin.

Ciwanên duh li taxa Anadolû ya girêdayî navçeya Yuregîr a Edeneyê li hember operasyononên qirkirinê yên dewleta Tirk daketin kolanan, polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên rast êrîş kir. Di berxwedana ciwanan a xwerêveberiyê de zarokê bi navê O.O hat binçavkirin.

Her wiha di çalakiya protestoyan a li taxa Daglioglû ya girêdayî navçeya Seyhan jî zarokê bi navê S.B ê 16 salî yê ku wesayîta zîrxî ya polîsan lê qûlibî û ew birîndar kir jî ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û hat binçavkirin.

Zarokên bi nave O.O û B.S ên ji serê xwe birîndar û lingê wan şikestî, piştî karê wan ên li Şaxa Zarokan temam bûn, sewqî dozgeriyê hatin kirin. O.O û B.S ên ku li dozgeriyê îfade dayin bi îdîaya “Endamê rêxistinê ” û “ Beşdarî 2 hezar û 911 civîn û xwepêşendanên mûxalif bûne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha lêpirsînê hatin kirin.

Zarokê bi nave B.S yê ku li dadgeha lêpirsînê îfade da, bi heman îdîayê hat girtin, O.O jî bi şertê ‘Kontrola Edlî’ serbest hat berdan.

Li aliyê din li taxa Kuçukdîkîlî ya girêdayî navçeya Seyhan, Remezan Tatli yê ku biryar girtinê di derbarê wî hebû, di kontrolkirina polîsên Tirk a rê de hat binçavkirin. Piştî karûbarê wî yên li Şaxa TEM’ê bi dawî bû, sewqî dozgeriyê hat kirin. Tatli yê ku li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin bî îdîaya “Endamê rêxistinê ye” û “ Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê Tatli bi şertê ‘Kontrola Edlî” serbest berda.