Zarokên Agir: Em bi zimanê ku fam dikin bersivê bidin!
Însyatîfa Zarokên Agir, ragihand ku 4 bajaran çalakî kirine, banga ‘bi zimanê ku dijmin fam dike bersiv bidin’ li Kurdan kirin.
Însyatîfa Zarokên Agir, ragihand ku 4 bajaran çalakî kirine, banga ‘bi zimanê ku dijmin fam dike bersiv bidin’ li Kurdan kirin.
Însyatîfa Zarokên Agir di navbera dîrokên 8-10’ê Nîsanê de li Îzmîr, Kocaelî, Antalya û Mêrsînê li dijî navendên dewleta Tirk û hevkarên wê rêze çalakiyên bibandor kirin.
Daxuyaniya Însyatîfê wiha ye:
“Dewleta Tirk a terorîst, ax û çandiniya Kurdistanê, petrol û hemû zengîntiya wê dimêje û ji Tirkan re vediguhêze. Bi van pereyan bombe dikire û li kuderê Kurdek hebe ji bo wir veguherîne dojehê her tiştî dike. Ey Jina Kurd a birçiyê azadiyê! Ey mêrê Kurd yê bi şeref! Ey zarokê li Nisêbînê tê gulebaran kirin! Ey malbatên ku xizmên wan li Roboskî bi balafiran hate parçe kirin û li Dêrsimê bi komkujiyan re hatin derbas kirin! Ey kal û ciwanên ku li metropolên Tirkan dixebitin! Derbeyekî jî hûn li Tirkên faşîst bixin! Dibe ku herkes nekare her tiştî bike, lê teqez tiştekî ku herkes dikare bike heye. Ji bo vê mirov xwedî şeref be bes e.
Endamên xwezayî yên înîsîyatîfa me li Îzmîr-Karabaglarê camên tevahî banka û ATM’yan bi keviran şkandin û zirar dan dewletê. Hûn jî! Erê, tu jî bi zimanê xwe, bi destê xwe, bi çavê xwe, bi lingê xwe zirarekî bide faşîzmê. Eger tu nikarî bimeşî tifî rûyê wan bike. Çêr û dijûnan bike. Çi tiştê dişewite hebe, bişewitîne. Çawa ku Kurdistan bêkar hate hiştin, tu jî hemû kargehên wan bişewitîne. Kevir bavêje ser rêyan û rêkên wan bixetimîne. Çop û gemara wan birijîne nava kolanan û bajarên wan qirêj bike. Pê li çîmên wan bike. Ev dijmin dijminek bêrûmet û xwefiroş e. Dijminê hestiyên me ye, yê miriyên me ye, yê zarokên me ye û ji wê jî wirdetir li ser navê Kurdan çi hebe dijminê teva ye.
Tişta tekane divê were kirin ew e, em ji vî dijminê qehpe re bibin dijmin. Eger faşîstên bêrûmet û dewleta Tirk a dagirker daxwaz û bertekên li ser medya civakî guhdar bikira, axaftinên siyasî bikira xem û berçavan re derbas bikira endamên Grup Yorum wê li ser jiyanê bûna. Bila kes xwe nexapîne. Tenê yek zimanê ku dijmin jê fêm dike heye. Em ê jî bi wî zimanî bersiv bidin. Li ser vê bingehê tevahiya Gelê Kurd yê xwedî şeref û namus, wek endamên xwezayî yê înîsîyatîfa me, bêyî ku ferqa biçûk-mezin bikin li kuderê dibin bila bibin, çi ji destê wan were divê zirarê bidin faşîstan, divê dil û canê wan bişewitînin, aramiya wan nehêlin û bi vî awayî tola sedsalan rakin.”