Zarokan li baxçeyê dibistana xwe ders dîtin

Zarokan li baxçeyê dibistana xwe ders dîtin

Her çiqas bi fermana Wezareta Karên Hundir dibistanên duh ji bo perwerdehiya Kurdî hatin vekirin deriyê wan hatin morkirin jî pêşiya zarok dersan bibînin negirtin. Zarokên mafê wan ê perwerdehiya zimanê zikmakî hate astengkirin li baxçeyên dibistanan perwerdehiya xwe dîbînin.

 Piştî bi fermana Wezîrê Karên Hundir dibistanên ji bo perwerdehiya Kurdî li Amed, Şirnex û Colemêrgê hatin vekirin hatin morkirin, pêşiya xwendekarên bi israr dixwazin perwerdehiya ziman bibînin asteng nekir. Waliyên bi fermana Wezîrê Karên Hundir dest bi tevgerê kirin polîs xistin dewreyê û deriyên dibistanan mor kirin. Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Berîvan a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate vekirin li gel dibistana wan hate morkirin li salona li ber dibistanê dest bi perwerdehiya xwe kirin.

 Xwendekarên bi malbatên xwe re hatin ber dibistanê dema dîtin ku dibistana wan hat morkirin xemgîn bûn û piştî daxwaza xwe ya perwerdehiya ziman, anîn ziman bi mamosteyên xwe re li salona piştî dibistana hate girtin dest bi perwerdehiyê kirin. Jina bi navê Husniye Ozmen bertek nîşanî girtina dibistanê da û diyar kir ku tu zext û zordarî pêşiya daxwaza wan a perwerdehiya zimanê zikmakî nagire û wiha got: "Em bi berxwedanên li hemberî zextan hatin îro. Em îro şûnde jî serî li hemberî zextan natewînin. Hemû êşên me heya niha kişandin ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bû. Niha dibistaneke me wisa heye em ê xwedî lê derkevin. Em ê li vê salonê zarokên xwe perwerde bikin. Dibistanek bê girtin em ê 10 dibistanan vekin."

Dayika bi navê Remziye Ustun jî diyar kir ku ew ji ber girtina dibistanê pir xemgîn bûne û wiha axivî: “Ev mohr dê nikaribe li hemberî perwerdeya zimanê dayikê asteng bibe. Em serê sibehê bi zarokên xwe re hatin lê tehamulî dibistana me jî nekirine û girtine. Lê ji bo ku zarokên ku di salonê de perwerde bibînin em bi mamosteyan re axivî û biraya zarokên me bila li salonê dersê bigirin de. Tu pêkûtî me bêzar nakin.”

Welatiya bi navê Nurşîn Malgî jî serê sibehê hat dibistanê rastî heman dîmenê hat got ku wen weke gelê Kurd mafê tu kesan ji destên wan negirtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bo mafê xwe yê herî xwezayî têdikoşin. Li kesekî xirabî nekir. Êdî bes ev zilm, înkar û asîmîlasyon. Em dixwazin zarokên me bi zimanê dayika xwe perwerde bibin. Em tu caran dev ji vê mafê xwe bernadin.”

 Zarokên ku ligel dibistanên wan hatin girtin jî dersên xwe dibînin jî gelek kêfxweş in.

 LI SER ÇÎMAN DERS DÎTIN

 Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ên li navçeya Rezan a Amedê yên ku dibistana wan hate morkirin, li gel astenkirina perwerdehiya zimanê dayikê serê sibehê hatin dibistana xwe û li baxçeyê dibistanê ders dîtin.  Zarokên ku li ser çîmên baxçeyê dibistanê rûniştin li vir pîrtûk û lênûskên xwe vekirin û mamosteyên xwe guhdar kirin.