Zarrab wê bibe şahîdê doza rêveberê berê yê Halkbankê

Li DYA’yê ji bo doza Reza Zarrab ê ku kesê klît yê têkiliyên qirêj ên AKP’ê di qada navnetewî de ye, sûçê xwe qebûl kir. Hate ragihandin ku Zarrab wê sibê şahidê doza ku Mehmet Hakan Atîlla bê darizandin bike.

Reza Zarrab ê ji sûcdariya “Nelirêtî, pere revandiye û xerakirina ambargoya Îranê" tê darizandin, sûcê xwe qebûl kir û li xwe mikur hat. Zarrab ji statuya bersûç derbasî statuya şahidiyê bû.

Di derbarê dosyaya Reza Zarrab de pêşketinên nû derdikevin holê. Di rûniştina doza duh li Dadgeha Herêma New Yorkê pêk hat de, hat zelalkirin ku wê Reza Zarrab weki bersûc tev li dozê nebe.

Daraz Berman ê li dosyaya Zerrab dinere diyar kir ku Zerrab sûcê xwe qebûl kir û wê bibe şahidê Alîkirê Midûrê Halkbankê Hakan Mehmet Hakkan Atilla. Dadger Rîchard Berman pirsa "Wê kî bê dadgehê " pirsî. Dozger jî bersiva "Reza Zerrab sûcê xwe qebûl kir. Wê bibe şahidê Alîkarê Midûrê Giştî yê berê ya Halkbankê Mehmet Hakan Atilla.”

Daraz Berman duh ragihandibû ku bersûcê dozê li cihê Zarrba wê Atîlla be.

Hate hînbûn ku parêzerên Atîlla ji bo taloqkirina 2 hefteyan a dozê serî li dadgeê da û serlêdana wan hatiye redkirin.