Zanyarên Emerîkî mifta ciwantiyê dîtin
Zanyarên Emerîkî mifta ciwantiyê dîtin
Zanyarên Emerîkî mifta ciwantiyê dîtin
Zanyarên Emrîkî yên li Dibistana Tibê ya Yalê ku genê bi navê Nogo Reseptor 1 ku ji dewrê derxistin, karîn di mişkên gihayî de mejiyê wan ciwan bike û di pêvajoya başbûyîna ziyanên di mejî de çêbûyî û fêrbûnê bilez bikin.
Xebata ku di bin serokatiya yekîneya zanyara Profesor Stephen Strîttmatter de hate kirin, di kovara zanistî ya bi navê Neuron de hate weşandin.
Nexweş ji ber sedema ziyanên di mejî de rû dayîn, di dewreyên rehabîlîtasyonê de neçar dimîne ku careke din bikare hînî tevgerkirina destên xwe bibe. Hate zanîn ku, di dema rehabîlîtasyonê de nexweşên ciwan li gorî yên mezin hîn zûtir pêşdikevin.
Xwendekarê masterê yê Zanîngeha Yale yê ku di heyeta xebatên zanîstî de cih digire Feras Akbîk got: “Bi leyîstina genê Nogo Reseptor di hêle ku ziyanên di mejî de çêbûyî bi rehabîlîtasyonekê bilez bibe û potansiyelekî bigehe astekî hîn baştir dihilgire”
Weke din jî lêkolîneran da diyarkirin ku, mişkê ku ev gen li gel tuneyî bîranînên xwe bilez ji bîr dike îspat kirine, her wiha aşkera kirin ku, bi leyîstina vê genê re sûdê dide dermankirina Xirabûna Stresê ya Piştî Trawmayê.