Zanyaran kurmikên ku 40 hezar sal in, razayî hişyar kirin
Zanyaran kurmikên ku di bin cemedê de dijîn, hişyar kirin. Wê jîrbûna kurmikan a derasayî ku dikarin di nav cemedê de bijîn, bê lêkolînkirin.
Zanyaran kurmikên ku di bin cemedê de dijîn, hişyar kirin. Wê jîrbûna kurmikan a derasayî ku dikarin di nav cemedê de bijîn, bê lêkolînkirin.
Ev kurmik destpêkê bi mamûtan re dijiyan. Di wan deman de mirovên dawî yên neandertal, li Ewropaya Bakur ku bi cemedê rapêçayî bû mirovên pêşî yên Cro-Magnon (pêşiyên mirovên nûjen) nêzî hev dibûn. Mamût û mirovên neandertal qir bûn. Piştî 40 hezar salan kurmik li cîhaneke cuda hişyar bûn.
Komeke lêkolîner a Amerîkayî û Rûsyayî, lêkolîneke li ser kurmikên dirêjok an jî bi navê Nematodan tên zanîn ku qerisîne, bê ka wê çawa car din bijînin, kirin û encamên vê weşandin.
Ev kurmik li bakur-rojhilatê Sîbîryayê bi rewşeke qerisî de hatine dîtin. Lêkolînerên ku 300 eşantiyon lêkolîn kirî, dan diyarkirin ku ji van du hev di nav xwe de nematodên ku bijîn dihewînin. Tê texmînkirin ku ev kurmikên hatî dîtin 32 hezar salî ne.
Ev kurmikên mîkroskobîk di labaratuvarê bi hefteyan di navengeke ku bikaribin bên xwedîkirin de di qutiyên ku germahiya wan bin 20 pileyî de ye hatine bicihkirin. Ev kurmik hêdî hêdî bi ser xwe ve hatine û xwe xwedî dikin.
Zanyar difikirin ku ji jîrbûna van kurmikan a derasayî sûd bigirin û derfetên ku eza, çerm û tevahiya bedena mirovan baştir biparêzin bidest bixin.