Yusuf Îba: Heta ku tecrîd bidome her dever qada çalakiyê ye

Yusuf Îba ku li Qenedayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirî got, ''Çi hewce be em ê bikin. Heta ku tecrîd hebe her dever qada çalakiyê ye. Ez vê çalakiyê li xeta Qenede û Emerîkaê dikim.''


Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berbelav dibe.  Li Qenedeyê jî çalakiya greva birçûnê dest pê kir. Yusuf Îba ev roja 6'an de ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Îba di çalakiya pêşî ya hişyarîdayinê de 5 rojan di greva birçîbûnê de mabû. Îba yê ku ji Bazida Agiriyê ye, ji ber cezayê ku dewleta Tirk lê birî xwe li Qenedeyê girt û bû mihacirê siyasî.

Îba got yek ji sedema ku bûyî sedem ku dest bi greva birçîbûnê bike êrîşên giran û komkujiyên dewleta Tirk ên van 3 salên dawî yên li Kurdistanê ne û got, ''Me nema karîbû li ser xaka xwe bijîn. Faşîzma AKP'ê bêyî ku bibêje ev jin e, zarok, yixtiyar e, dixwaze hemû civakê bifetisîne.''

HETA KU TECRÎD BIŞIKE

Îba got Kurd her li kû bin jî biryardar in ku têkoşîna azadiyê geş bikin û got, ''Heta ku tecrîd bişike ez ê çalakiyê bidomînim. Min nû dest bi çalakiyê kir. Ti hêviya me ji dewleta Tirk û hişmendiya AKP'ê tine.''
Li ser hevdîtina birayê Abdullah Ocalan a bi Mehmet Ocalan re jî got, ''Ji bo ku berxwedana hevalên me bişkînin ev gav avêtin. Beriya vê hevdîtinê bi heftiyekê min biryar dabû ku tevlî çalakiyê bibim. Heke hevdîtinên bi Rêbertî re dom bikirana min ê çalakiyeke wiha nekira. Ango li dijî nedadmendiyê ez dixwazim diyar bikim ku li cem Leyla Guven im. Ev daxwaza me hemûyan e.''

TECRÎDÊ CÎHAN LI ME KIRIN ZINDAN

Îbad got li paytexta Qenede Ottowayê li ber parlamentoyê ew ê çalakiya xwe bidomîne, û got, 'Çi hewce be em ê bikin. Daxwaza me mirovî ye. Heta dawiyê em ê li pey biryara xwe bin. Greva birçîbûnê weke ku tê zanîn berê tenê li zindanan dihate kirin. Heta ku tecrîd hebe  her der ji bo me zinda e. Kurd li çar aliyên cîhanê belav bûne û dostên wan çêbûne. Bi vê çalakiyê dixwazin dengê wan were bihîstin û daxwaza wan bi cih were. Ev çalakî her ku diçe girseyî dibe. Ez vê çalakiyê li xeta Qenede û Emerîkayê dikim. Li vê parzemînê em ê bi çalakiyên xwe dengê hevalên xwe bidin bihîstin.''
Îba dema ku li zanîngehê dixwend 7 sal û ceza lê hate birîn, her wiha dema berxwedana Kobanê jî polîsan êrîş bire ser û 1 sal û 6 meh ceza lê hate birîn. Îba ji bêgavî berê xwe da derveyî welat û niha li Qenedeyê penaberê siyasî ye.